Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [musa anter] de;

2. siyasetmedar û şehîdekî kurdistanî ye ku ez nizanim çima navê wî "anter" tê nivîsîn tevî ku bi min baştir e ku wek " mûsa enter" bê nivîsîn. welhasil. mûsa anter wek apê mûsa jî tê nasîn û di sala 1920an de li gundê zivingê yê girêdayî nisêbînê ji dayik bû û di sala 1992an de li amedê ji aliyê jîtema dagirkerên tirk ve hat kuştin ku wê çaxê orhan miroğlu li ba wî bû û li gel birînên wî yên giran jî nemir.

dibistana xwe ya seretayî li mêrdînê xelas kir û dibistana navîn û lîse jî li adanayê xwendin, tê gotin ku di demên havînê de diçû binxetê ta ku neteweperwer yên ku reviyabûn wê derê, anku kesên wek celadet elî bedirxan, nûredîn zaza, qedrîcan û osman sebrî binase.

herwiha apê mûsa bi doza 49an tê nasîn.



hin berhemên wî:

birîna reş

ferhenga kurdî

çinara min

nîşe:

sernav divê wek mûsa anter bê guhertin.



20.09.2015 22:49 ~22:53 | dijber