Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ay lê gulê] de;

1. straneke mihemed Şêxo ye ku helbesta rêncberî ye

Ay lê Gulê

Ay lê Gulê Gula minê

Şêrîna l'ber dilê minê

Gulê nadim malê dinê

Ez ser gulê têm kuştinê



Gulê kesk û sor û zer e

Nîşana alê li ser e

Êdî reng sipî û gewher e

Şêrîn û peymana minê



Rengê te yê pir delalî

Bilbil li ser te dinalî

Te nebînim bi vî halî

Armanc û kedera min î



Zordar dibê ez gul nadim

Ezê zend û benda badim

Ezê lê gilh û seradim

Azad bibî b'şorşa minê



Bi xudê ez pismamê te me

Bi sûnd pesindarê te me

Ser ceng û hewarê te me

Qelenê te ji xwîna minê



13.09.2015 12:24 | dijber