Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mustafa aydogan] de;

1. nivîskarê ku min ew ji nivîsa "Çima "carbekir" û ne "cêrik"?" nasî û di wîkipediyayê de wisa bi kurtasî derbarê wî de dinivîse

Mistefa Aydogan

Mistefa Aydogan (bi tirkî: Mustafa Aydoğan) nivîskarekî kurd e.



Mistefa Aydogan di sala 1957an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne.



Mistefa Aydogan li Swêdê ket nav tevgera kulturî û heta niha ji Jack London, Yaşar Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk kitêb wergerandine û bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du kitêb nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser mijarên cihê gotar nivîsandine.



Wergerên wî[biguherîne]

Navê Min Sor e, Orhan Pamuk, Roman, 586 rûpel, Weşanên Doz, 2002, ISBN 975-6876-23-9

Fîl Hemdî, Aziz Nesin, Çîrok, 155 rûpel, Stenbol, Gelawêj 1999, ISBN 975-6876-10-7

Siltanê Fîlan, Yaşar Kemal, Roman



lê tiştê ez meraq dikim, gelo çima evqas pirtûkên tirkî wergerandine? qey pirtûkên swêdî yên hêja tune ne? ya dî kîjan pirtûka Jack Londonî wergerandiye?



13.09.2015 12:30 | dijber