Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nesrîn] de;

1. straneke ku helbest, gotin û muzîka wê ya mihemed şêxo ye.

gotinên wê wisa ne:



Demê min tu dîtî Nesrîn

Herdu çavêt di reş digrîn

Ewan çava di gotne min

Careka dîn tu min nabîn

Dil û canêm tev bûne xwîn



Ji hemîla min vebûn birîn

Ji ber şenga didan zêrîn

Ji ber şoxa bejin şêrîn

Te dêm têkel befr û xwîn

Tu j'gula buy gula Nesrîn



Buhar behî, Nesrîn werya,

Kevnenêrî li ser çêrya

Heyfa min têt Nesrîn girya

Rondik weryan ser wan rûya

Ew çavê reş gelek girya



Nesrîn xwezî te bibînim,

Tu şîn bibî careka dî

Ne li vê dinê li dinek din

Ne li vî warî li warekî din

Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo



28.10.2015 19:12 | dijber