Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mijara bêmijaran] de;

6. yaşam hastanesi bi kurdî çi ye/21637 ev pirsa ku min fêm nekir bê çima bersiva wê tune?

yek heger bibêje belkî ez tiştekî bibêjim



26.12.2013 01:04 | dijber

5. mijar pir in û min plana xwe dikir ku ez nivîsekê tirrtirre binivîsim lê birano! xwişkino! xwelîserno! ez bêhêvî me.

berî 6 an 7 salan min digot ez ê tiştekî wek tirşikê çêkim û va ez dibêjim baş e ku min çênekir. ez bi rastî û heger dev ji dijberiyê berdim ji ked û xebata we ciwanan dilxweş im. ji gelek hewldanên hemû kesên kurdîhez û kurdistanî bextewar im lê rastiyek heye ku merc ji me xurttir in. em dê ticarî nikaribin bi ser kevin.

sedem çi ne! pir in û ez yekê jî ji wan nabêjim ji ber ne pêwîst e eger çareya wan tune be.

dizanim zilamekî wekî min ku li ber mirinê ye û evqasî dilê we bişkîne ne baş e.

dev ji xebata xwe bernedin lê pir dijwar e! pir zehmet e! hêvîdar im hûn hemû serkevtî û bextewar bin.



25.12.2013 06:21 | dijber