Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sleepy hollow] de;

1. filmekî ji derhêneriya tim burton e ku di rola sereke de johnny depp dilîze.

film vikîvala ye encex kesên ji lîstikvaniya johnny deppî hez bikin belkî bixwazin lê binerin lê min bi xwe ti xêr û çêj di filmê de nedît.

ya baş ez spoileran bidim belkî kes lê temaşe neke

(spoiler: )

johnny depp di rola ichabod crane ku ji ber karê xwe yê dedektîvitiyê û baweriya wî ya mezin bi metod û rêbazên zanistî di çareserkirina cînayet û tawanan de tê şandin gundê Sleepy Hollow ji bo vekolîna di kuştina sê kesan ji aliyê siwarê bêserî ve.

tiştê herî ne xweş di filmê de ku ichabod crane vedigere ser rêya bawerkirina bi aşop û xeyal û xurafatên vala.



15.12.2013 07:10 | dijber