Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez şah im delala min] de;

1. helbesteke helbestvanê hêja û yê nûnaskirî fêrîkê ûsivî ku ji aliyê nîzamettîn arîçî ve bûye stran



Ez şah im delala min

Xalîs bê qisûra min

Dunya ber destûra min

Ca were huzûra min

Şênke kuşk û sera min

Walgerîne textê min

Tu xwe bibe bextê min

Dayne meclîs suhbetê

Bi evîn û muhbetê

Ez ê nakim tu ferman

Xêncî hûba dû û derman

Ez ê hildim tiliya te

Bigirim takî guliya te

Kuzkê dilê xwe dakim

Gazî şems û xweda kim

Ser reqimê binivîsim

Dewsa morê ramûsim

Û ji sahê muhbetê

Bişînim ser cimaetê



16.12.2013 19:19 | dijber