Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sûmer] de;

1. şaristaniyeke ku carine kurd jî dilê xwe xweş dikin û dibêjin kalikên kurdan in. lê ya rastî bi qasî dixuyê ev şaristanî kordûnede ji vê dinyayê bar kirine. ew bi xwe gelekî başûrê mezopotamyayê ne. ku 3000 b.z di dîrokê de derdikevin. berî gişî bi qasî dixuyê ku erdnîgariya sûmeriyan li jêrî ya kurdistanê ye û helbet herdû şaristaniyan bandor li hev kirine lê cihê wê yê erdnîgar wê wisa nîşan dide ku ne kalikê ereb, ne jî faris ne jî asûr ne jî suriyanî ne jî kurdan e. ( helbet ev texmînên min in lê ez ne dîrokzan im ku tiştin misoger bibêjim).

wan pêşî nivîsîna mîxî derxistiye û bi kar hanîne ku heta 2000 salan zimanê pêwendî û têkiliyan bû li rojhilata navîn lew ev jî texmîneke min a dî ku asayî ye ku wî zimanî bandor li hemû zimanên dî yên rojhilata navîn kiribe.

helbet herkesî bi gilgamêş bihîstiye lê çend kes dizanin ku Gilgamêş ji bilî ku destan be bi rastî jî pêncemîn serokê wê bû.

de bila tirşikvan hin agahiyên dî bidin.



20.12.2013 14:23 | dijber