Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [euthanasia] de;

8. gotina ku cara yekem tirkan mîna ereb û farisan nekiriye û hewl nedane gotinekê ji xwe re xwerû tirkî çêkin.

Li gel ku faris bi xwe dibêjin " otanazî" jî lê li hin deran wekî " mergî xob" jî dihê gotin. encex hin gotin ene ku mirov ne wateya wê ya herfî lê wateya mefhûm û têgihê ya felsefî digire.

yanî kes ji me demokrasîyê wekî "hukimê gelî" nabêje ji ber " hukmê gelî" êdî wê wateyê nade li gel wateya wê ya resen wisa ye.

yanî odenazî jî ne gotineke ku tê wateya xwe bide kuştin lê têgieke bijîşkî û hiqûqî ye û wergera herfî qet nabe çare jê re. wek tê dîtin ingilîzan bi xwe ji yûnanî birine û serê xwe bi çêkirina peyveke nû re nêşînadin



01.01.2014 17:57 | dijber

3. mirineke baş. belê ev e wateya resen ya vê gotina ku ji du beşan pêk dihê.

ew jî niha bêtir ji bo kesên ku dixwazin bimirin ji ber ku jiyana wan pir nexweş bûye û bi giştî ji ber nexweşiyan e. helbet ev mijar ji aliyên etîkî û hiqûqî û bişîjkî ve.

welasil em behsa wan meseleyên dirêj nekin

(bnr: cudahiya otenazî û xwekuştinê)

(bnr: you don't know jack)



01.01.2014 15:06 | dijber