Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kubikem

profîla "kubikem"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kubikem] de;

7. Bo demekê ji çivêltiya bakuriyan bêzar êdî nema şiyaye bi devoka xwe ya şîrîn biaxive jî.Bi aliyê çend keç û lawikên serhişk pirsa wê a ku dikey û çend xeberên din hatine sabote kirin,li kurdistanê kirine ibret û metela pêkenîkên xwe.” Hewalll siz Çölemerikli arkadaşlar çi dikî ye ku dikey diyorsunuz öyle mi ?” Laww lêvşûroo,kepsindanooo tu pîçekî dî jî tirkiya xwe bidey şoli ezê bêhna te bînim.Çi genî ne rebbiyo… Lê dîsa dîsa serhildan,ev xanima hanê rojekê li rastî camêrek tê,camêr niştecihê deştekê belam hema bi usil û rengê xwe mîna çiyayiyan..Rojekê ji keçkoka me re dibêje “ku bikem?”..

-ku bikem kijolê?

-Min şole pê ye!

-Ku bikem?

-isyan bike!

-ku dikey?

-zîtikan davêjim.pîvot û pasara û orço.

Çend rojan dubare tekrar,malî ava ji Colemêrgiyan şîrîntir pirsa hindê dike û ev keçkoke evê navê qaydê xwe dibîne.. bes pêşniyara pezkûviyê jî pirr xweş bû,bo carek dî ezê navê ku wî ji min re ditiye bi kar bînim,ma ne Haşmet? *



13.01.2014 18:01 | kubikem