Tirşik - Profîl
tirşik-profîla karmatî

profîla "karmatî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên bo gazîkirina hezkiriya xwe] de;

4. Ne hewceye ku em tiştekî lê zêde bikin.Melayê cizîrî wisa gazî dikir hezkirîya xwe re.



Sebah-ul xeyr xana min,şehî şîrîn zebana min

Tuyî ruh û rewana min,bibit qurban te canê min



Te alellah çi zatî tu çi wî şîrîn sifatî tu

Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu



Heyat û reheta can im"sebahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê



Sebahul xeyrî mesta min,letîfa cam bi desta min

Xumar û meyperesta min,tuyî meqsûd û qesta min



Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min

ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min



Di benda zulfê çewkan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê



ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê

Siyeh çeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê



Şubhê şem' û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez

Da'if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez



Ve bulbul ra bi evxan im "sebahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê



Ve bulbul ra şev û rojê ser wê terh û bişkojê

Enî mahî şefeq rojê te sohtim şubhetê dojê



Ku dûr im ez ji wê hûrê tenê carek li ser sûrê

Ji wadî eymana torê tecella kir di nîv nûrê



Ji wê sohtî dil û can im "sabahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Ji husna wê tecellayê yedî beyda û belayê

Çi wesfan bîm xeber nayê welê dil cezbêê dayê



Ne hişyar im ji wê berqê ji zer tacêli ser ferqê

Ji spêde da heta şerqê belê naêxmê ferqê



Ji derba 'işqê nalan im "sabahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Zarîfê nazikê şengê sîfet hûrî perî rengê

Bi rojê ra tu hevdengî du reş toz in siyeh yengê



Kişandin lê ne wek caran xedengên qews û nûbaran

Ji rengê şîr û mukaran reşandin sîne wek baran



Jiwê derbê pir êşan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Veke carek xet û xalan li ser wan mesned û palan

Bixwîne li me 'ebdalan bibînin 'îd û sersalan



Îcazet dê me destûrê perî rengê sîfet hûrê

Ji nîva zulmet û nûrê binoşin mey di ferfûrê



Ji dil talanê xalan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Ji şehkasa ku qerqef tê meya nûrên muşerref tê

Nîşanek dîlberê kef tê ji bo min her seher xeftê



Ji wê camê dinoşim ez seher lew ney li hoş im ez

Ji ' amê lê dipoşim ez bi can her lê dikoşim ez



Ku xalib mest û sukran im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Were pêşber melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe

Bi şefqet ke liqayê xwe Meya nemrit bi dayê xwe



Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran

Şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran



Li dîdara te heyran im "sebahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



21.11.2013 15:43 | karmatî