Tirşik - Profîl
tirşik-profîla resençiyayî

profîla "resençiyayî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [homeland] de;

1. rêzefîlmeke amerîkîye. li serî de, beşê sereke de dibe ku hin bibêjin mijara wê dişibe rêzefîlmên din ên polîsîye ên amerîkî lê ez dibêjim zû biryara xwe nedin bistek rawestin, ji ber ku têkîlîya wê bi bûyerên ku di salên dawî de li tirkîyeyê diqewimin re heye.

li gorî hevpeywîna ku claire daines(lîstikvanê jin ê sereke ê rêzefîlmê ye,carrie mathison) daye new york timesê serdana 4. dixwestin ku li stenbolê bikşînin lê berpirsîyarên tirk biryar nedane.

erê niha dengê we tê guhê min hûn dibêjin çima tirkan îzna wan nedaye? mesela hane;di rêzefîlmê de kesek heye ku(navê wî ji zencanî ye) li dijî ambargoya ser îranê li alîyekê neeşkere pere dişîne îranê yan jî perê êranê derdixe derî îranê(ew der min jî fehm nekirîye valleh). yanî ew kes wek reza zerrab ê tirkane. niha hin kes dibe ku dibêjin vî qalpaxî hê mijara fîlmê di serê xwe de sererast nekirîye lê hatîye vir komploya dinivîse. heger hin kes wisa dibêjin ha ev jî ji we re



(ji bo yên tirkîzan)

http://t24.com.tr/haber/abd-dizisi-homelande-reza-zarrab-sansuru-iddiasi,272754



hii tiştek din jî heye sezonên niha tên lîstin de jî lîstikvanekî tirk jî di fîlmê de cih digre, lê bo rola terorîstekî de ye, dube ku ev jî mîsîllemeyeke ku li dijî nebiryardayîna kişandina fîlmê li stenbolê.

ez rast nizanim ew terorîstê tirk çi karî dike ji ber ku ez êdî ne hatime heya wan beşan. heger tiştên balkêş biqewime ez soza bazîdîyan didim ez dê we agahdar bikim...





25.08.2015 21:20 | resençiyayî