Tirşik - Profîl
tirşik-profîla resençiyayî

profîla "resençiyayî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gilîdax bêxwedî nîn e] de;

1. piştî têkçûna serhildana agirîyê ordîya kurda derbasî îranê dibe û li wir jî dikevin nav dafika ordîya eceman. emîrtûmenê artêja eceman şervanên kurdan hildide nav çemberê û şer sê şev sê rojan didome(bila kes ji min nepirse çi her tim ev roj dibi sê tu car nabin çar ez jî nizanim, zaten ew ne gotina min e binihêrin pirtûka (bnr: yilmaz çamlibel)). fîşengên (bnr: biroyê hesikê têlî) xelas dibin û biro birîndar dibe. pala xwe dide kevirekî û benda mirina xwe disekine

ew çax biroyê hesikê têlî axîn dike û wisa dibêje: 'hey wax! gilîdax bêxwedî ma'. û yilmaz çamlibel ji ser vê gotinê navê pirtûka xwe kirîye 'gilîdax bêxwedî nî e'.



ev biroyê hesikê têlî çi anîye serê şex saîd divê ew jî nê bîrkirin hevalên neyarên qûndalêsan. heger piştî xwendina pirtûkên michel foucault ev hişê min bistek bigihêje asta zelalîyê ez ê wê jî ji we re parve bikim.



25.08.2015 23:51 ~23:55 | resençiyayî