4. çûkê navê wî yê silêman ji silêman pêxember digire ye. li gorî çîroka min ji yekî zaza bîhistiye:
dibêjin belqisa jina silêman, ji silêman xwestiye livîneke razanê li der deryayê çê bike. û dibejê ev livîn ji pûrta firrindeyan were çêkirin. silêman biryara bi cîh anîna vê xwestekê dide. bangî hemû firrindeyan dike. dibêje divê hemû werin û ji cihekî bedena xwe pûrta xwe dînin vir.
her yek tê û hinek ji pûrta bedena xwe datînin wir, hinek kêm hinek zêde. tenê silêmanê dinikilê me anko botbotika me nayê. silêman hêrs dibe û bangî wî dike bo axaftinê(an jî bo dadkirinê). ji çûkê me dipirse "çima tu nehatî" botbotik dibêje ez bihatima û min pûrta xwe daniya vir jî wê belasebeb û bêkêr bûya. silêman bi hêrs dibêje çima. botbotik dibêje ma livîn li ser deryayê çê dibe! pêlek zeryayê(behrê) wê ev livîn binavî bikira û wê her tişt belasebeb biçûya.
silêman heq dide vî çûkî û dibêje taca zêrîn bînin. ev çûk baqilê hemû çûkan e û divê mîrê wan(qralê wan) ew be.
botbotika me lê vedigerîne. dibêje taca zêrîn ne lazim e. wê mirov ji bo wê tacê min bikujin û bila ew jî ji min kêm be.
silêman dîsa heq didê lê naxwaze bi vî awayî bimîne. dibêje tacekê çêbikin bila ji wek pûrta wî be û li wî were.
piştî wê rojê botbotika me bû xwedî tac û firrindeyên din ji pûrta xwe bûn..
Here lînkê
|