Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar payîz

profîla "rûbar payîz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku facebookê de hertim parvekirinên bi tirkî dikin] de;

22. kurdên ku piranî nivîsandina kurdî nizanin, lewma nanivîsînin.. hûn jî baş dizanin ku nivîsandin û axivîna zimanekî ji hevdû gelek cûda ye.. merivek çiqas baş kurdî biaxive jî wexta tu caran bi kurdî nexwendibe û nenivîsandibe helbet parvekirinên wê/wî yê di medyayê civakî de jî dibe bi zimanê serdest, ango farsî, ingilîzî, 'erebî, turkî hwd.. lê ev tişta nayê vê wateyê ku ev pirsgirêk çareser nabe.. hawê dizanim ku nivîskarên tirşikê piranî kesên mektebê dixwîne ne û di aliyê perwerdehiyê de jî serkeftî ne.. ê kurd jî piranî kêfa wan ji kesên "mektebî" û ciwan tên.. eger em (yanê yên dizanin kurdî binîvîsînin..) bikaranîna xwe ya kurdî hertim bidomînin û nivîsandina kurdî jî heval û dostên xwe re pêşnîyar bikin, ev tişta wê bahla mirovan bikşîne û wê bibe sedema nivîsandina kurdî..



minak: ez *




ev 2-3 sale di twitter û facebookê de hertim parvekirinên kurdî dikim.. piştî min hinek heval û gedê mervên min jî dest pê kirin.. jixwe min jî ji apê xwe û hinek hevalên xwe dîtibû*..



10.04.2015 12:09 ~12:11 | rûbar payîz