Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar payîz

profîla "rûbar payîz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çarînên omer xeyam] de;

37. "ey serwerê serweran, xwedanê şev û roj

tu dizanîmey dermanê rih e, çend şev û roj

yekşem û duşem, sêşem û çarşem

pêncşem, în û şemî, heft şev û heft roj"



23.05.2015 12:48 ~12:48 | rûbar payîz

36. "dem û dewran bê mey û saqî pûç e

cîhana fanî bê nalîna ney pûç e

çend dên û bala xwe didim cîhanê

ya qenc rastî ye, wekî din her tişt pûç e"



23.05.2015 12:42 | rûbar payîz

35. "ger milkê te be misir,rom û çîn

kevirê gulîska te be ev axa zêrîn

bizanibe ku li vê dinyayê para min û te ye

deh gaz kefen û du gaz erd û zemîn"



23.05.2015 12:25 ~12:42 | rûbar payîz

34. "were heval em xweş bijîn, xema sibê nexwin

qedrê jiyanê bizanin têr şerabê vexwin

ku sibê me ji vir bar kir û ji vê dinyayê çûn

bi yên heftê hezar salî re wekhev in, xem nexwin"



23.05.2015 12:21 ~12:21 | rûbar payîz

33. "li seyrangehê, tevî yar û gul û bilbil

heta bikarim ezê bijîm, kêfe bikim ji dil

hebûme, heme û ezê her hebim madem

min vexwar, vedixwim û ezê vexwim ji dil"



23.05.2015 11:50 | rûbar payîz

32. "bi bişkivîna gulên newrozî re qedehê bigre bi dest

ger hebe derfet, bi delal û lalerûyekê re dest bi dest

mey binoşe, demekê kêfxweş û dilşad bijî

berî ku çerxa felekê bi axê ji te bistîne jîna serbest"



23.05.2015 11:46 | rûbar payîz

31. "dema ku şiyar im, dilşadî ji min dûr û pinhan e

ger ku mest im, hiş û aqilê min kêm û nivîşkan e

di nava şiyarÎ û mestiyê de hal û rewşek cûda ye

ez dîl û bendewarê wê me ku ew bixwe jiyan e"



21.05.2015 23:01 | rûbar payîz

30. "ey dilê ku tim te xemgîn dike dem Û dewran

ji bîr neke, wê ji nişka ve here rih û giyan

di nava xweşî Û bedewiya cihanê de baş bijî

berî ku ev xweşî û bedewî ji te bibe goristan"



21.05.2015 23:00 | rûbar payîz

29. "dema bi ewrên newrozê ruyê xwe bişon gul û giya

tu rabe bi şerab Û meyê here seyranê derkeve çiya

niha ew seyrangeha ku tu lê temaşe dikî bi xweşî

wê sibe ji axa te çêbe seyrangeh û şîn be gul û giya"



21.05.2015 23:00 | rûbar payîz

28. "ger mebesta te mey û şerab e,neke tobe

tê poşman bi ji toba xwe, sed carî bikî tobe

va ye guk dibişkivin û bilbil li ser wan dixwînin

di demek wiha de ma rewa ye ehd û tobe?"



21.05.2015 23:00 | rûbar payîz

27. "dibêjin wê herne dojehê evîndar û mest

bi vê gotinê keniyam û min tiliya xwe gest

ger ku evîndar û mest hemû herin dojehê

wê sibê vala bimîne bihuşt wekî lepa dest"



21.05.2015 22:59 | rûbar payîz

26. "dibêjin wê bihuşt tijî horî û kewser be

wê tijî mey û şîr û şehd û şekir be

tu tijîke şerbikê ji şereba çê û bîne

ya pêşîn wê ji sed deynan çêtir be"



17.05.2015 11:31 | rûbar payîz

25. "ez heyran Û mirîdê dînê zerdeşt

yê ku îslam red kir û ket dol û deşt

heta kengê tê li delalan binerî û binoşî

rÛne omer, wê te jî bikujin wekî zerdeşt"



17.05.2015 11:31 | rûbar payîz

24. "heta kengê em hêsîrê aqlê erzan

çi sed sal be çi rojek be, ev e jiyan

bi dilşadî rake tasê û vexwe mey

berî ku me bikin cer hosteyên nezan"



17.05.2015 11:30 | rûbar payîz

23. "şerabê vexwe ku ji bo rih derman e

dermanê kul Û derdan, rihetiya can e

ger di alemê de bahoz Û tofan rabÛ

xwe bispêre mey, gemiya nûh e, sitara can e"



17.05.2015 11:30 | rûbar payîz

18. "berî sibê dengek hat ji meyxana me

got rabe ey rind-meyxurê civata me

were em tijî bikin piyale bi mey

berî ku tijî bikin deftera emrê me"



14.05.2015 17:14 | rûbar payîz

17. "heta sibê ku derkeve tava zêrîn hilde jor

mey vexwe bi dilxweşî, ji bîr neke heye dor

ger dora te hat, tu qet neke ax û nalîn

herkes vedixwe ji vê camê dor bi dor"



14.05.2015 17:13 | rûbar payîz

16. "heyf ku çû bihara emrê ciwan

çi zû çû payîz û çi zû hat zivistan

ew teyrê ku jê re digotin ciwanî

kengê hat û çi zû çû bi êş û jan"



14.05.2015 17:12 | rûbar payîz

15. "em gişt kukle ne felek kuklebaz

hema wek rastî, ne wekî mecaz

demekê me dihejîne li ser dika jîne

ku em ketin sandoqê, her dimîne raz"



14.05.2015 17:10 | rûbar payîz

14. "ey tu ku ketî ber darê qezayê wekî gû

çivan nede xwe, tiştên ku çûn nede dû

her ew zane, ew zane û ew dizane

yê ku tu avêtî vê qadê bê pirs û rû"



09.05.2015 15:09 | rûbar payîz

13. "şabûn û mey-noşî ayîna min e

destkişanda ji kifr û dîn, dînê min e

min ji bûka dînê pirsî; qelenê te çi ye

got; dilxweşiya te qelenê min e"



09.05.2015 15:06 | rûbar payîz

12. "emanetê min li te be, tu zirarê nedî xelkê

heta bijî li cîhanê, agirê xwe bernedÎ xelkê

madem jiyanekî ebedî daxwaza te ye

ku diêşînî, serê xwe biêşîne, ne yê xelkê"



09.05.2015 15:04 | rûbar payîz

10. "ger qencî û xirabî ji pênûsa wan be

tê çi bikî û çi nekî, ji berê de diyar be

ger tiştên naxwazî bikî qedera te be

nekêşe kul û derdan , bila xem dûrî te be"



02.05.2015 23:35 | rûbar payîz

9. "îşev ez ê bi dilê xwe meyê vexwim têr

ez ê xwe xenî bikim, vexwim bi cama zêr

pêşî ez ê dîn û aqil bi sê telaqan berdim

paşê bizewicim bi keça rez re wek camêr"



02.05.2015 23:32 | rûbar payîz

8. "qurtek mey ji milkê key kawûs çêtir e

ji textê key qubat û şarê tûs çêtir e

her ax û nalîna ku evîndar ji dil dikşîne

ji ax û nalîna sofiyên xazok çêtir e"



02.05.2015 23:30 | rûbar payîz

7. "qewmek bi dû vir û derewan ketiye

qewmek bi du horiyên bihuştê ketiye

dema perde ket û ji wan re diyar bû

wê bibînin kî bilind firî û li erdê ketiye"



30.04.2015 22:53 | rûbar payîz

6. "li dinyayê kes qîmetê nade aqil madem

yên ku bêaqil in, malê wan zêde ye madem

de bîne şerabê, bila hiş û aqilê me jî here

belkî wê çaxê qîmetê bide me xelk û alem"



30.04.2015 22:51 | rûbar payîz

5. "nehêle kul û dert dora te bigre

xem û jan a pûç dema te bigre

ji xwendin û dîtin û gerê nemîne

berî ku ax, dev û çavên te bigre"



29.04.2015 22:24 ~2015.05.02 23:26 | rûbar payîz

4. " tu dibêjî çemê şerabê tê de heye

gelo qey bihuşta te meyxane ye?

dibêjî ji bo her oldarekî du horî hene

ma qey bihuşta te kerxane ye?"



29.04.2015 22:23 | rûbar payîz

2. "te şerbika şereba min şikand ey xweda..

te şûşa dilê min jî pê re şikand ey xweda..

ez vedixwim, tu ji bo çi dikî bed-mestî..

bê lome be, ma qey tu mest î ey xweda.."



27.04.2015 15:42 ~15:58 | rûbar payîz

1. pirtûka ku ji alî weşanên evrenselê hatiye weşandin.. wergera pirtûkê jî ji alî îkram balekanî hatiye kirin..



27.04.2015 15:38 ~16:14 | rûbar payîz