Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gêjê

profîla "gêjê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bênimêjî] de;

1. Navê îşkenceya ku jin heta çil pencî salên xwe her heyv dikişênin. Jinên ku dikevine cilan de nikarin nimêj bikin loma ev nav lê kirine. Ji xeynî sancî û êşên ku dikişênin behntengî, acizbûn jî di nav bertêkên wê de ne. Li kurdistanê jin fêdî dikin qala bênimêjiyên xwe bikin. Ji ber vê gelek jin di remezanê de ku di van rojan de bin jî radibine paşîvê. Mixabin dayikên me hê nizanin keçên xwe hînî van tiştan bikin yan jî fêdî dikin weke tabuyê ye. Loma jina ku nû dikeve bênimêjiyan de ditirse , xwe sucdar hîs dike nizane bê wê çi bike.
(bnr: ketina cilan)



18.01.2017 18:08 | gêjê