Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gêjê

profîla "gêjê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê] de;

66. civîna ku bi ken, civateke germ û dilxweşiyê derbas bû. yên beşdar bûn pir kêfxweş bûn *

mijara civînê nehatibû diyarkirin lê ji xwe ku sê çar kurd lev kom bûn bellî ye be mijar çi ye.

em tirşikvanên stenbolê yên ku bedarî civînê bûn îro li ser giringiya tirşikê, mijarên wê, kêmasiyên wê, nasîna wê û pêşxistina wê şitexilîn. divê tirşikvan çi bikin dê baştir bibe em li ser wê şitexilîn. lê mijara herî giring kurdî bû. me çawa dest bi nivîsê kir dê çawa baştir bibe me qala wê kir. kurdên ku bi kurdî zanin lê xwe lê naqewimînin em hinekî li ser sedemên vê û li ser deruniya wan, şertên ku wan hanîn vê rewşê û tiştên ku li ser be bar e me qala wê kir. tabî gotinê gotina dî anî ya dawî em li ser (wergirtin: michel foucault ) şitexilîn. nepirsin be gotin çawa hate wir zehf dûvdirêj e *



21.04.2014 00:47 | gêjê

50. civîna ku ji bo tirşikvanên wê hevûdu nas bikin li masê cuda rûnenin wê her yekî wêneyekî bacana reş bi pêsîra xwe ve bikin û bên mimar sinan cafeyê *



20.04.2014 00:12 | gêjê

35. hevalino ku tu tifaq neqewimin civîn wê çêbe. weke hevalê ceso gotiye vê yekşemê li mimar sinan cafeyê seat li 15.0'an e. mimar sinan cafe li cem mizgefta suleymanîyê ye. ku hûn hatin wir ji kî bipirsin wê ji we re salox bikin. yên ku bixwazin dikarin hevalên xwe jî bi xwe re bênin. ji xwe ku bênin dê baştir bibe.



19.04.2014 00:35 | gêjê

22. ez dibêm ji bo civînê mimar sinan hinekî qelebalix e. cihêkî bêdeng û ku em karibin rehet lê rûnin hewce ye ji me re. loma fethi paşa korusu baş e. lê ku tirşikvan bixwazin em dikarin li mimar sinanê jî çêkin.



07.04.2014 18:07 | gêjê

13. tirşikvanên ku li stenbolê bin û beşdarî civînê nebin xwedê bike ku careke dî tirşika bi goşt nexwin *



04.04.2014 00:48 | gêjê

12. ji bo ku ev civîn çêbe divê tirşikvanên li stenbolê -heke bi rastî hebin- fikrên xwe bibêjin.



04.04.2014 00:45 | gêjê

5. ji bo civînê fethî paşa cihekî baş e him nezîkî her derî ye û em dikarin tiştinan jî bixwin *



25.03.2014 22:17 | gêjê

1. Tirşikvanên hêja yên li stembolê!

piştî civîna amedê me fehm kir ku tirşikvan li hev rûnin û civatê bigirin tehma tirşikê xweştir dibe *

em jî li stembolê civîneke çêkin him qala tirşikê mirşikê bikin him jî hevûdu nas bikin çênabe gelo?



24.03.2014 22:42 | gêjê