1. -li bexdayê li ber şet hate gotin-
ava dîclê em dizanin tu ji kurdistanê tê
ka selamên wî welatî bê diyarî holê tê
tu çire hinde melûl î hêdû hêdû ber me tê
rengê te şeylo û tarî we bê mişmiş teyî tê
bihn dikim te ava-dicle wek kirasê ûsif tê
her bi xwîna genc û lawan lewma hinde jarî tê
ava-dicle tevde xwîn î, her ji xwîna kurdî tê
bin te de hestî kîlox in sedhezar ser ser de tê
nexmeya şîna şehidan pêl bi pêl tê û tê
ber bi van xortên welatî her bi av û nale tê
tu li nav asteng û nalan we ji nav palên çiyan tê
serbejêr î kerbelayê we bo behrê diçî û tê
ka cizîra mîr-bedîrxan tu ji nav birca-belek tê
ew cihê ewçend bi deng bû îro bê jîn û mirî tê
tu ji nav şêr û piligan û ji nav axa b'bihn tê
her bijî tu ava diclê her bi nav û deng tê. (25 tirmeh 1942)
|