Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulgenim

profîla "gulgenim"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qijik] de;

2. dinya alem dizanît bê cinorek çendî hej ji qijikan diket! "ciwanmêrî başqe ye" hate bîra te ? *

anyway anyway,ka ez ji efendîm re bêjim.qijjikên ku bi kirêtbûna xwe meşûr hîç bala min nedikişandin heya ku ez havînekê bûme mehkûmê însomnîayê,şev li min hatine xezebê,xew li min herimî.wê havînê heta ku min saet jî digirt,pêşiyê dengê pepûkê, dû re dengê qijikan û fînalmento senfoniya çûkên sîvanokan.

haa ba me ji bo qijikên patkên wan spî dibêjin qişke,yên tim reş û requle re jî dibêjin qaqîşk.. Bi min hîç kirêt jî nîn in,şêrîn in hetta..( çiqasî xalê alfred hitchcock di fîlmek xwe de wan pêş çavêt me reş kiribît jî )



ez bêjim neheqiyek mezin e li wan rebenan hatiye kirin,nav cime'eta me de qijik nîşana xirabiyê ye.li gor riwayetan wexta tofana nuh nebî qediya û keştiya wî sekingehek peydah kir û rûnişt,pêxember pêşiyê qijikekê berdaye bo ku ew biçe kişf bike bê li rex û çaran çi heye çi çunîne,lê qijik venegeryaye..lewma qijik wek nîşana xirabiyê tête dîtin..



(bnr: kovara qijika reş)



02.03.2014 18:06 | gulgenim