80
2014.12.07 18:06
keça kijan êşê me ferheng jî di vegotina birînên min de lal dibin roj bi derengî dihile bi hêsrên xwe yê bar giran derbasî kelîştekên birînên xwe dibim û destûbiratiya rojê dikim de belkî? belkî roj min fêrî xuşxuşa pelên payîzê li ber bayê bike yan piste pista baranê bi cama pencera hêviyên min çav li riyan diqurimîn çavên birçî çavên bi hêsir çavên bi xewn çavên stêrik ji wan dirijin çiqasî giran e barê vê sibehê şirîn e xewna min?