88
2014.12.07 18:43
Mijar û bacgrounda şi’rên kitêba sêyamîn a Fatma Savci “Bîra Birînê“ de bi giştî Heskîf e. Beşeş ji şi’ra “Çemê xewnê“. Gere te ji bîr nekiribaya ku em ê li her derê xerîb bin. xem nake. belkî em di xewna şevê de li beharekê liqayî siwariyê berê werin ew çîrokên li dûr xeyalên kûr bikin paşila me... piştî siwariyan genim bide newqa me, em milek şoqila çûkan bidin hev beybûn li cil û rûyê me vedin... ji destên te, bîna kevzê tê, tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa? em bi dîtina siwariyan ser xwe ve herin, di neynika ku kirine destê me de, li xeyalên xwe yên zarok binêrin, ji kêfa bibetilin û li ber gola miradan di sînga zarokatiya hev de di ber nêrgizan re di xew re herin...