128
2014.12.07 19:01
Erê ezê her wisa bêjim! Pêwîst nakê axaftinên din bêjim û dirêj bikim. Tenê, ger pirsa mal û dê û bavê min jî kirin êdî ew bi xwe ji rewşa Helebçeyê agahdar in, dizanin çawa ye! Bi hîç rengekî qala wê nakim ku hûr û girên mal, mezin û piçûk, ber bi gaza bomba kimyewî ketine û.. mirine. Na. Ez naxwazim ku ev çend demên kurt û xweş, pir bixweşî, ji nişka ve têk bibim û dilê hemûyan tije bikim ji xefet û matem û janê. Na! Eger pirsa mal ji min bikin, ezê bêjim: "Baş in", "Ew li Hemedan" in, "Li mala mirovekî bavê min in." Min firmêskên çavên xwe paqij kirin û tiliya xwe ji ser zengilê derî hiland. Zengilê derî di nav hewşê de deng veda.
1. halê tirşikê ya van deman e. kes ne tiştekê lê dinivîse ne jî tiştekê lê zêde dike. dema wisa be muirov naxwaze tiştekê binivîse. ez niha zorê didim xwe ku vê peyamê binivîsim. |
|