Tirşik-Pirtûk

meşa bi serhişkî

  Gêrard Chaliand

 

 avesta


 2005


 kurmancî

 

 127

 nayê zanîn

 2014.12.07 19:32

 simurg56

 Awaza Gêrard Chaliand wek awazeke pir xweş di devê keştîkêşekî de ye, ahenga awazê ew aheng e û keştiya ku bi werîsan li ser çeman tê kişandin dûr diçe û bêguman hêjayî wê yekê ye. (…) Tawîrên bêyî hilorbûnên bêfêde bi rengekî nû û maqûlane ji serî ta dawî geş dibin. Ez Çavên min tenê rêyekê nas dikin… dixim nava helbestên li ser evînê yên herî xweş yên vê dema me. Andrê Bretn, 1959 Nefesa Gêrard Chaliand nefesa dengbêjên mezin e. Ew li ser rûyê dunyayê digere û ew dîmenan, oqyanosan, rojan û med û cezîran dibuşkuvîne. Agirê koçer stiraneke pir giranbuha ye li ser hezkirina kuran ji bavan re. Andrê Laude, kovara Le monde, 1972 Chaliand helbestvanê “vêderê” ye ji ber ku ew “nevêderê” tînê bîra xwe. Ew helbestvanê anuhayê ye ji ber ku wî xwe kiriye negehvanê bîra ku di nav deman de dibuhure. Claude Burgelin, 1996 Gêrard Chaliand xwediyê nefesa çalak e, sirûşka (îlhama) pir biber e, çoşa bi rêkûpêk e… Li hember tevliheviya cîhanê, di destê wî de rêberek qayîm heye. Ew li hember birûsklêdanên xweşikiyê bêsûciyek bêyî pîvan diyar dike. Di bêrîka wî de nexşeya nemumkuniyê heye. Andrê Velter, 1996


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: