Tirşik-Pirtûk

keziyên jinebî

 gulîzer

 

 avesta


 2006


 kurmancî

 

 80

 helbest

 2014.12.07 20:09

 simurg56

 Ji keçeke qerd, veweşînine xurt ... 2 Behsa helbestvana me ya ber kemalê dikim. Wê rojê – îsal meha hezîranê- li malkitêba Avestayê rastî çend pirtûkên helbestan hatim ku hemû keç/jin bûn. Hemû helbestnûs jî nas bûn; bes gava çav bi navê Gulîzerê ketim, bê hemdî min ev gotin ji devê min ê ku gazekê ji hev çûbû derket: “Wey Gulîzer, te jî mil da ber barê edebîyata kurdî!” Di hîyameke ku gelê kurd tew rû nade kurdînûsan, destê dew-lemendan naçe cêva wan ku çar banqnotan bidin heqê pirtûkekê û rûyê çar nivîskarî, ji ber baş û têrxwendina pirtûkên wan nekenîyaye de, weha ji nişkan ve, li meydana edebîyatê, bi vî awayî kurdîperwer derketina vê kedkarê, dil li min şad kir. ... 3 Ev kitêba wê ya yekem ku bi navê “Kezîyên Jinebî” di nav weşanên Avestayê de îsal derket, bi sernavê heftê û heşt helbestan, ji kûrahîya dilê xwe yê kul, têra xwe dike pilepil. Ev pilepila wê ya ku seraser bi zimanê keç, dayik û jinan dagirtîye, bûye bersiv ji wê bendewarîya ku em li hêvîyê bûn. Kelîmeyên mîna jinebî, kezî, kiras, dîya heft lawan, bûkik, gulî, jina di tengasîya zayinê de, pêsîr, qelen(d), berdêlî, porê sor î sosinî, xelat, bûkanî, xîşrên bûkê, bûka malê, bûka zikliberdev, bi şîr vekirin, malzerok, zarokên berşîr, bi çarlepikan ketin, berbûrî û xwazgînî, dilê xwendevanên kurdî yên makî –heke bendê bin– şad dike. Tevî vê kedê, di tiştekî din de jî çalakî kirîye: Kurdîya heta niha ya edebîyata me, bêhtir kurdîya mêjîyên nêr bû; bi vê raperîna Gulîzerê, kurdîya “mê” jî, bi xurtî ket edebîyata me û bi bawerîya min kurdî, dê bi kurdîya mê, bi vî gelî xwe bide xwendin. Lewre zayenda navê “kurdîyê” bi xwe jî mê ye. Hêza ciwantîya wê, di reng û rûyê berhemên wê de dixuyê. Bîst û du caran peyvika “evîn”; bîst û sê caran jî peyvika “dil”î ketîye van helbestan. Rêzikên wê, weke temenê wê, ciwan, şipl û bi coş in. ... Hêza vê şaîra me, hinekî jî, ji branşa wê ya ku ew, mamosteya ziman û edebîyata ingilîzî ye tê. Ji hêmanên helbestî yên mîna aheng, wezin, hunerên edebî û hêmanên muhtewayî ve, pir ji nava xwe razî dixuyê. Helbestên wê ku gişt li ser wezina azad/serbest hatine hûnîn, tehma wezineke veşartî dide merivan. Ew ahenga navbera peyvik û wan gotinên bav û kalan ku bûne ruh û can ji cesedê hunerên wê yên edebî re, hêzeke xurt daye naveroka helbestan. Giranîya mijarên wê, li ser hest û tevgerên jin an jî keçên “welatevîn” in ku bi sirûda “herine pêş” tê zanîn, Şêwaza wê, li ser pişta binemala wê ya ku kakilê kurdî di xwe de dihewîne, ava bûye. Vê şaîrê, pişta xwe bi kurdanebûyîna bavê xwe yê ku karkerekî kurdî ye û dayika xwe ya ku kurdîya xwe bi cengawerî ji pêkutîya zimanê serdest parastîye, rast kirîye. Ayhan Meretowar, Kovara Nûbihar, Hejmar: Birînên Kurmanc ...Di edebîyata kurdî da hejmara berhemdarên ku vê serketinê nîşan didin roj bi roj zêde dibin. Yek ji wan berhemdaran jî, Gulîzera ciwan a afirandêr e û berhema wê ya bi navê “Kezîyên Jinebî”ye. ... Dema ku min helbestên wê xwendin, min kêfek jê girt, hestên min kelîyan û ji bo performansa şaîra ciwan heyran mam. Di “Kezîyên Jinebî” da, gotin tixûb û tabûyan nas nake. Peyv kirasên teng diçirînin û bi hestên çîptazî avjenîyê dikin di behra êş û xem û evînan da. Avê vedixwin ji kanîsarkên zargotina kurdî. Strana çîrokên negotî dibêjin û bêmirazîyan dilorînin. Nazenînbûna jinantîyê, bi birînên Kurmanc dibe berdêlîya azadîyê. ... Rewşa civakî û nasnameya jin a Kurd, bi guhertina tîpekê radixe pêş çavan û “jin” dibe “jan”. Ango nasnameya jina Kurd, bi peyv û averûyek gelek kurt wek “JAN” tê ravekirin... ... Evînên bêmiraz û pirsgirêkên keç û jinên Kurd cîheke girîng digire di “Kezîyên Jinebî” da. Miraz û pêdivîyên ku ji bo keç û jinên Kurd bûne tabû, bûne xeyal, bûne lorî û di stranan da der bûne; jana ku bûye zengil û ketiye stûyê jinên Kurd, pirsgirêkên jinan ên civakî derbûne di hubra pênûsa Gulîzerê da. Tabû tên hilweşandin, pût û senem tên şikandin, mahremîyet tê tazîkirin û peyvên negotî serî hildidin. Aram Gernas


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 0
pûanê bide pirtûkê: