Tirşik-Pirtûk

kenê parsek

 Hesen Qizilcî

 Şikriya Salih Firat Kelehkî

 avesta


 2001


 kurmancî

 soranî

 112

 çîrok

 2014.12.07 20:23

 simurg56

 Xwezî gelek kesên wek Hesen Qizilcî di nav me de hebûyana!.. Ger em ji bo xwe bin, wê gelekên wiha ji nav me rabin.” Qazî Muhemmed Pêlewanên çîrokên Qizilcî, qet yek ji wan jî ji xwendevanên kurd re xerîb nayên. Hemû ji çîn û tebeqeyên civaka kurd hilbijartine. Mamoste Qizilcî civaka kurdan ji hemû kesî bêhtir nas kiriye. Xwendevan di van çîrokên kurt de nimûneya jiyana derebegekî zalim, kevnebegekî barkêş î kewitî, şêxekî destbir, derwêşekî zergweşên, cotkarekî zilm lê hatî kirin, zirnokerekî zimandirêj, karbidestekî bertîlxwer û biyanî, bazirganekî sûtxwer û temakar, casûsekî niştimanfiroş, jineke tenê ya bedbext û bêbeş a kurd dibîne. Hêmin Mukriyanî


kenê parsek - Tirşik

kenê parsek


1. bi soranî Pekenînî Geda (Kenê Parsek) berhema (bnr: Hesen Qizilcî) (1914-1984) ye û bi 14 çîrokan pêk tê. Keşkûla efsunî cihê ye, çirokek gelerî ye. Paşî (bnr: Ehmed Muxtar Caf) bi rêbaza realizma rexneyî--eleştîrîsel gerçekçîlîk- nivîsandiye. Di nava çîrokên wî de şex, axa, kesên dînî..her wekî din panoramayek cîvaka kurdan bi avayekî mizaha qerfreşiyê bi avayekî serkeftî şayesandine.Bi çavekî rexneyî ji wan rûdanan dinêre.. Di çîrokan de gelekî serkeftî ye, pozberiya navberan de xwêş te nişan dayîn wekî şoreşger û cendirme di nav çîrokan de derbas dibe. Taybetiyek realizma rexneyî ev e ku veşartin gelekî giring e, nivîskar nakeve di navbera xwendekar û çîrokê.Di çîrokan de cîvata kurdî bi avayekî qerfreşî aniyê zimên, rastî nakokiyên di navbera çînan de jî dişayîsîne.
Di çîroka "(bnr: Edetên Bazarê)" de lehenga çîrokê wekî hîle û xurdeyên efendiyê xwe dibine lê ev kes jê re dibêje adeta bezarê wîsa ye. Rewşa jiyanê bandorek li ser wan kiriye em bêjin ku di nav sextekariyê de..
Rexneya cîvakî bi Ehmed Muxtar Caf re dest pê kiriye û bi Qizilcî re berdewam e.Çîrokan de cendirmeyên keyfî bac û xerecê dixwazin, li cîvake de problem hene, problem û pirsgirekên cîvatê adetên bazarê mekanên îranê.Di cîvatê de pirsgirekên xapandinê û nêzanan bi avayekî serkeftî destnişan dike. di Ekola realîzma cîvakê de nivîsandiye..George Lucas dibêje ku di cîvaka feodal, kapitalîst, sosyalîst de jî hebe rêbaza herî baş realîzma rexneyî ye..Jack London, Hemingway, Steinberk nîviskarên vê ekolê ne. li gorî realîzma rexneyî însan bi tekiliyen derdorê şiklekî digire û weha tê li ser sehneye...
di çîrokan de devoka hewramî bi kar tîne an jî mirov emr û tecrûbeyan xwe hatine axaftin.piştî bertîl ruşvet û gendeliye rave dike.Di realîzma rexneyî de însan bi tekiliyên xwe te şayesandin..Guherandina însên bi girêdayî derdora xwe ye.



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: