Tirşik-Pirtûk

kurd (dîrok û kultura wan)

 jemal nebez

 Ergîn Opengîn

 avesta


 0


 kurmancî

 îngîlîzî

 96

 dîrok

 2014.12.07 20:27

 simurg56

 Jemal Nebez di vê kitêbê de li ser gelek mijar û babetên cihê disekine, bo nimûne, dîrok û mîtolojiya kurdan a kevin a berî xirîstiyaniyê, bilindî û kûratiya kulturî ya kurdan li jêr sî û sîbera gelek êrîşên xelkên biyanî di Kurdistanê re, cihêrengiya dînên li Kurdistanê, ligel bal û girîngiyeke taybet li ser sînkretîzmê; wekî taybetmendiya herî beloq a kultura kurdan a dînî, û nasandina sînkretîzmê, wekî fênomeneke bi tewawî cuda ji dînên têkel. ‘Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek şahidên dîroka kurdan pêşkêş dike: ‘Peyv, têrm, tişte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê’, ku bi sedsalan e wekî ‘ne-kurdî’ hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku şik nedibirinê û rexne lê nedigirtin. ‘Ev yek aşkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û şêwe dide wan.´ H.Mohemed Elî, serokê Civata Kurd li Berlînê


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: