Tirşik-Pirtûk

martînê bextewer

 jan dost

 

 avesta


 2012


 kurmancî

 

 264

 roman

 2014.12.07 20:43

 simurg56

 Pirsa qedîm a dîrokî ye; mirov bi pey sirrên jiyanê dikeve, li jiyaneke bextewer digere... Ji ber ku “...devera ku mirin lê hebe, bextewerî xwe dide paş.” Martîn, bi vê armancê berê xwe dide Şerqê. “Şerqa rûhaniyetê. Şerqa ronahiyê. Şerqa roj û xweşiyê. Şerqa tesewwufê. Li vir çi heye Martîn? Nakokiyên dêran û keşeyan? Bi sedan mîrnişîniyên ku êdî ji qijnikan xerabtir xwîna xelkê dimijin û di pehnavan de rebenan kom dikin û bi şûran hev qir dikin? Welatê dînan e ev welat. Çi li vir heye?” Martînê Bextewer, ku navê xwe daye vê kitêbê, ji Almanya radibê, li ser şopa vê pirsê ber bi welatên Rojhilat, welatên ku roj lê hiltê dikeve rê. Ji ber ku heta dilê wî nebê warê hikmeteke mezin ruhê wî xilas nabe. Ew dixwaze bigihîje kitêba “El Ifade fî Iksîr el Se‘ade.” Û li welatên Rojhilat, di bin ronahiya rojê de rastî heqîqetên jiyanê tê ku ew û rastiyên kitêban li hev nakin. Dawî dema ji wê “komedya mirovahiyê” a ku li xaneke Bazîdê tê temsîlkirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; “şîret”ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike. “Martînê Bextewer”, sînorên romana kurdî fireh dike...


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 70
pûanê bide pirtûkê: