64
2014.12.07 22:03
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê Hevîna te kûr e, hêviya dinê Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb Çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb Maça şêrîn; ko lêva te bi min da Ez birîndar kirim û bi min ve da Çira dişewite; zimanekî zêr Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr Bo tihniya dilî; lêva te kanî Ji xewna çavê re; te sorgul anî Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar Havîna min bê sih, rêlên min bê dar Mehfûra mirinê min bi ken raçand Jînê ez xapandim, min kes ne xapand
2. navê pirtûka helbestan e. nivîskarê wê Kamiran Alî Bedirxan e. weşanên avesta wê ji nuh ve çap kiriye. |
|
3. jI BILÎ HELBESTA NAVÊ XWE DAYÊ kITÊBÊ HELBESTÊN RESEN NÎN IN, LÊ JI BER KU PÊŞÊNG IN BIQÎMET IN. |
|
5. pirtuka ku ji danegeha tirsikê dikare were daxistin: http://www.tirsik.net/danegeh/pirtuk/KAMIRAN%20ALI%20BEDIRXAN/ |
|
9. helbesteke kamuran alî bedirxan e.
herwiha navê pirtûka wî a helbestan e..
temo nasir bedirxan zehv xweş şirove kiriye. dilê meriv dişewitîne leww.
jînê ez xapandim, min kes ne xapand
vîdyoyê veke
|
|