Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

dersên şerîetê hedîsên cenabê pêxember

 Kamiran alî Bedirxan

 

 avesta


 1938


 kurmancî

 

 104

 dîn

 2014.12.07 22:07

 simurg56

 Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin. Dersên Şerîetê, di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin. Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike. Mîr Kamiran, di benda dawî ya vê berhemê de şîreteke kurdewarî li zarokan dike ku ew pêşî ji Xwedê û pêxember pişt re jî ji welat û miletê xwe hez bikin, emrê Xwedê pêk bînin lê ji aliyekî ve jî ji bo milet û welatê xwe bixebitin û qet hêviyên xwe ji Xwedê qut nekin. Mîr Kamiran, di hejmara 27an a Hawarê de bi sernavê Hedîsên Cenabê Pêxember dest bi weşandina wergera hedîsan kiriye. Heta hejmara 47an bi giştî 702 hedîs bi kurdî hatine weşandin. Mijarên hedîsên ku hatine weşandin curbicur in lê bi piranî derbarê meseleyên civakî de ne, weke jin, aborî, arîkariya feqîran, têkiliyên civakî bi taybetî yên cîranan û hwd. Çend mînak ji hedîsan 65) Qedrê rastiyê bigirin, yê ko wê rastiyê got piçûk be, mezin be, xurt be, belengaz be, ne tu xem e. (Rastî ne ji dewlemendan bi tenê re ye.) 235) Hevalîtiya xwe de bi tevdîr be; heye ko rojekê dostê te dibe dijminê te. Dijminahiya xwe de nerm be; heye ko rojekê dijminê te dibe dostê te. 244) Sê tişt dikarin miletê min bibine helakê: zikmezinî, xewa pir û betalî. 309) Qedrê her kesî li gora qîmeta wî bigirin. 417) Ez ji dinya we ji jinan û ji bihnên spehî hez dikim û çavê min ji nimêjê ronî dibe. 420) Yê ko ji bona dîn û welatê xwe şer dike, ji bona parastina wan şevekê hişyar dimîne, xewê li xwe diherimîne, ji mirovê ko hezar rojî rojî girtiye û hezar şevî nimêj kiriye çêtir e. 175) Cihada mezintir ew e ko mirov ji hakimekî zalim re rastiyê bibêje. 428) Mirovê çêtir ew e ko bi kêrî xelkê tê. 497) Bi ketina hevalê xwe dilxweş mebin, tiştê ko Xwedê anî serê wî dikare bîne serê we jî. 538) Heçî ko xebatên xwe bi bihnfirehiyê diqedînin, kar dikin, Xwedê poşmaniyê nade wan, lê heçî lez û bezê li xwe dikin, meydana wan kin e, zererê dibînin. 573) Li Incîlê hatiye nivîsandin: Wek te bi wan kiriye wê bi serê te jî bê, wek te bi wan dikî ew jî wê bi te bikin. 689) Di sînga we de perçeyek goşt heye, heke ew pak û safî ye, her tiştê we qenc e, heke ew xirab e, her tiştê we neçak e; ew perça goşt dil e.


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: