Tirşik-Pirtûk

çarşiya silîva

 mehdî zana

 

 avesta


 0


 kurmancî

 

 0

 dîrok

 2014.12.08 18:50

 simurg56

 Mehdî Zana di vê kitêbê de çaryek sedsaleke Silîva, ji salên 50 ta75an, radixe ber çavan. Di dema fotoyên reş û spî de ku li ber perdeya ´Silvan Hatırası´ li hember dikana wan dihata kişandin; ewwêneyên rengîn, ji rengên keskesorê dikişîne. Û eger hûn nivîsa “SilvanHatırası” piçekî bikolin, hûnê di binê wê de rastî Meya Farqîn, KoşkaZembîlfiroş û şopa Selaheddîn werin. “Çarşiya Silîva” albûmeke portreyêndemeke girîng e ku jibîrkirin heq nekirine.


çarşiya silîva - Tirşik

çarşiya silîva


1. navê pirtûka mehdî zana ye pirtûk 187 rûpel e û mehdî zana di vê kitêbê de bîranînên xwe yên nabvera salên 50 û 75'an radixe pêş.. min do êvarê dest bi kitêbê kir, wexta meriv dest pê dike di rûpelên ewil de hestyar dibe, ji ber ku zana rasterast qala salên xortaniyê nake beriya wê behsa xwe û leyla zana dike û dûre derbasî bîranînan dibe. mehdî zana di darbeya leşkerî ya sala 80'î de dikeve hepsê û leyla zana têt serdana wî. zana 11 sal di hepsê de dimine, wexta ji hepsê derdikeve hingê leyla zana dikeve hepsê û vêca mehdî diçe serdana wê, piştî demekê mehdî zana cardî dikeve hepsê û di heman hepsê de dimînin.... bi kurt û kurmancî mehdî zana behsa salên xwe yên xortaniyê û behsa silîva yanî ferqînê kiriye.. not: kitêb bi zimanê ferqînî hatiye nivîsin*



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: