Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

nara

 Mehmet dicle

 

 avesta


 2010


 kurmancî

 

 104

 çîrok

 2014.12.08 18:53

 simurg56

 “Nara’’ ji aliyê naverok, stîl û vegotinê ve ji gelek çîrokên cihêreng pêk tê. Çîrokên di vê kitêbê de herweha îlhama xwe ji gelek mijarên cihê werdigrin. Ne tenê mirin, tenêtî, hezkirin, kêf û şadî, xemgînî, şik û xof… temayên giştî ên van çîrokan e; tiştekî ku di edebiyata kurdî de mirov kêm pê dihese, nesneyên piçûk, amûrên jiyana rojane jî cihekî taybet digrin di van çîrokan de. Belê cî û war, mekan bi hemû delalî û balkêşiya xwe li ber çavên mirov dirêj dibin. Mehmet Dicle, ji gotina kilamekê dastanek nûdem çêdike. Hay ji vî navî hebin. Stêrkeke geş li asîmanên Kurdistanê, li edebiyata kurdî zêde dibe. Notên li ser "Nara"yê ... Ji vir ez dixwazim bêm ser çîroka çîroknivîskarê kurd birêz Mehmet DÎCLE ya bi navê “Leylan”. Leylan, çîrokeke nivîskêr ji berhema wî ya duyem a bi navê “Nara” ye. Leylan, di nav serpêhatiyên jiyaneke ku hemû kurd ji nêzîk ve dinasin de, diçe û tê. Bi mijara xwe, bi derûniya rewş û bûyerên xwe, ji nîvê jiyanê tê, loma tehmeke jiyanî dide xwendekarên xwe. Ma ne çîrok her tim divê wisa ji nav jiyanê biherike dilê me û bi qasî jiyanê be. Her wiha, axaftin û diyalogên di çîrokê de jî heta mirov bêje bes, xwezayî û rastîn in. Ku ne wisan bûye jixwe, mirov ew tehma xweş jê wernedigirt. Heke çîrok şopek di hiş û dilê xwendekarê xwe nehiştibe û dilgerm nekiribe jixwe mirov nikare qala rewişta çîrokê jî bike. Bi mijara xwe ya rastîn û sirûşt, bi hûnandin û teşeya xwe ku rewş û derûniya çîrokê mirovî dîl dike û di nav salan de dibe vî alî û wî alî, çîroka Leylan mirov seranser dîl digre. Êdî heke tu karibî were û mekeve nav vegotinên herikbar û encama salên dijwar, jiyana ku her tişt tê de belawela bûye. Hêvî, ew hêmana ku dikare mirovê herî lawaz, li ser piyan zindî bihêle, nola leylana di çiq çiqa havînî de, di çoleke bi tipî tenê û zipî ziwa de dilê mirovî hênik bike û bibe hêza meşa di rêya zor û zehmet de, bûye hêmane herî pêş a çîrokê. Ku ligel her tiştî, rastî jî tê de, lehenga me, jinika pîr, Xaltiya Hacerê, bi hêviyeke pihêt li ser piyan e. Zimanê çîrokê, li gorî naverok û tevna çîrokê hatiye hûnandin, wekî çemekî nazenîn di nav deşt û çiyan de bi aram diherike. ... Bi rastî jî çîroka birêz Dicle, di çîroka kurmanciyê de, pênûseke nû û zêrîn e. Çîroknûsên wisa dilovan ku bi ser de jî ciwan û jêhatî bin, ji bo dahatûya wêjeya kurdî dilxweşiyeke pir mezin e. Dîcle her wiha nola ku di çîroka bi navê “Nara” ya ku navê xwe daye berhemê; çîroka nûjen û çîroka gelerî ku ji hêla kedkarên kurdiyê dengbêjan ve dihata strandin, bi hezn û teşeyeke nûjen digihîne hev û din. Pênûsa xwe dike pireke ku seranser ji ziman, mejî û dil hatiye pê. Lingekî xwe diavêje dîroka kambax, yekê diavêje dahatûya nediyar a welatekî û diqîre û hey diqîre... Her wiha Dîcle tenê devoka herêma xwe têrî xwe nabîne. Ew ji hemû devokan sûde werdigre û tu kes nikare ji devoka wî derxîne bê ew ji ku derê ye û ev yek jî di kurmanciyê de serkeftinek e. Bêşik, di çîrokê de, tiştên ku jiyaneke ji rêzê dike çîrok û bi mirovan dide xwendin hûnandina hunerî û ziman bi xwe ye. Di çîrokê de mirov dikare qala du zimanan bike. Yek zimanê çîrokê bi xwe ye, ya din zimanê ku çîrok pê tê nivîsandin e. Zimanê çîrokê jixwe ew şêwe, feraset û pir caran tercîha nivîskaran e. Lê zimanê ku çîrok pê tê nivîsîn yek tenê ye. Di her wext û mercî de, nivîskar mecbûr e li gorî rê û rêbazên wî zimanî tevbigere. Qalib, biwêj, gotinên pêşiyan û her wiha peyvikan li gorî rêpîvanên wî zimanî hilbijêre û bikar bîne. Ji van pencereyan ku em li ser çîroka birêz M.Dîcle hûr bibin, ji aliyê teşe, hunandin û zimanê vegotinê ve, Dîcle stêrkeke nû ku di her rewşê de dibiriqe ye. Em li vir ji çîroknûsê navborî re dibêjin qewed be ji te re û serkeftinên mezintir dixwazin û gelek çîrokan jê dipên. ... Min bikêf berhema “Nara” ya birêz M. Dîcle xwend û ew qas jî ez pê serbilind bûm. Her wiha berhema wî ya yekem a bi navê “Asûs” jî ne kêmî vê berhemê bû. Ez berhema “Nara” û nivîskarê wê li çîroka kurdî pîroz dikim. Îsmaîl Dîndar, Kovara W, NARAYA DÎCLE Serpêhatî û Çîrok Gorî hin nivîskaran, serpêhatî û çîrok tiştên ji hev cûda ne: Çîrok beşeke folklorê ye, kes nizane kê çi wext ev li hev aniye û li ber lêv û diranan daniye. Herkes li cem xwe tiştekî dixe ser van çîrokan, çîrok di rêya bajar û şaristanan de rûyê xwe diguherîne, kiras û navekî nû li xwe dike. Bûyerên nû li çîrok zêde dibin, navên nû dibin lehengên çîrokê. Lê serpêhatî ne wisa ye, herkes dizane kê, çi, çi wext nivîsiye ev û li tu deran qet tiştek lê zêde nabe. Jixwe ev e mesele, çi bi serê kê hatiye, ev di jiyana mirov de yek caran dibe çîrok û çîrvanok yek caran jî bi tayê nivîsê dibe serpêhatî. Ku nivîskar Mehmet Dîcle be, meriv ji dil dibêje, ev ne çîrok in, ne jî serpêhatî, a li vir e, ev dil-pêhatî ne. Birîn û Bîranîn Wekî ku çava aqil diçe sewda dimîne, nivîskar jî diçe nivîs dimîne. Nivîskar aqil e, nivîs sewda ye ku her tiştê xwe ji jiyanê hildigre û mirinê jî qet nizane. Mehmet Dîcle hawara dîcleyê bihîstiye, dilê xwe yê nivîskî ji bo bîranîna Mehmed Uzun xwîn kiriye û bi heşt dilpêhatiyên bi navê Leylan, Nara, Havîna Evînê, Çivîkên Şîn û Serkîsof, Agirê Zuleyxayê, Kuça Filan, Şekirê Eydê, Beysûs, pirtûkek, birînek, bîranînek, berî bimre sewdayek li dû xwe hiştiye. Dîcle, bi hevokên ku qet nahêlin meriv pirtûkê ji dest xwe berde çemekî di dilê meriv de diherikîne û meriv tî dihêlîne. Tîbûneke ku encax bi pirtûkeke nû bişikê. Leylan û Nara û Dengbêjî Hêlina tenahiya dilê helbestvanan heye. Dîcle di çîroka yekem de ji tenahiya dilê xwe rêketiye, xemên xwe dane ber serê xwe û bi zimanekî ku digirî û hêvîyê jî tim bi xwe re digerîne nivisiye tenêtiya pîrekê. Pelên bêwext zerbûyî weşandine li hewşa Pîrê, mala wê şibandiye hêlina kundê kor. Rojên berê anîye ber çavên wê û bi xwe jî tim di ber re gotiye ´´dewran e´´. Wekî ku çê zanibe, dinya bi dor e, geh li jêr e, geh li jor e. Dîcle hevok li dor mirinê gerandine, xwestiye ku Xwedê emenatê xwe ji pîrê bistîne û tenêtiya pîrê bikuje. Xuya ye di vê çîrokê de deh dilên ku ji tenêtiyê hez nakin gotine ´´nenivîse´´, dilekî gotiye ´´binivîse´´. Dîcle nivîsiye! Tenêtî li hêlekê, cemaat û civat jî heye di nav çîrokan de. Ê em dizanin, dengbêj têne guhdar kirin, lê ku meriv bide pey Mehmet Dîcle meriv wê bibîne, dengbêj têne xwendin jî. Di çîroka duyem de, nivîskar ji bo bîranîna şahê dengbêjan Şakiro kilamekê distrê: Nara. Qîza bavê fileh ku navê xwe daye pirtûkê û li ser berga pirtûkê sekiniye, bedeweke kihêl, xwedî çaqên dirêj û zirav, çil û çar keziyên ku li ser namilya wê bûne çît, bi nava qendîl, qorikpehn, memikpiçûk û stûdirêj e. Çelengiya wê ji dengbêj Arif û qesasê serê çardeh mêr û sê zabitan, mehkûmê sê eşîr û çar dewlatan Kejoyê mala Kolos û nivîskar Mehmet Dîcle û xwendevanên Narayê re kul û keder û meraq e. Ev destana nûdem ewqas evîneke mezin di dilê meriv de dikute ku meriv dixwaze destên nivîskar û zimanê wî jê ke û Narayê ji xwe re birevîne. Ku nebe jin jî ji meriv re, bila bie xwîşk, bibe dê, bibe qîz lê bila nebe jina tu kesî. Havîn û Evîn û Şîn Evîn tim bi biharê re kulîlkên xwe vedike û xwîna dilan dikelîne. Xwîna ku germ dibe, bi havînê re li ser nivînên li ser baniyan xwe bi stêrkên dûr re xweş dike. Stêrk tim ne li dûr in, yek caran tîlikên ku dilerizin wêkî pênc zarokên ku şev daristaneke tarî re dimeşin, ji zik dadikevin stêrkekê. Laş ditevize, bajar û dinê hildiweşin, tîlikên keçkekê ji nav şeqên wê derdikevin: Xwîn! Xwîna ku bi germa havînê, bi tevna evînê keliyayî! Di çîroka Havîna Evînê de, ji îzmirê ber bi Mêrdînê rêyeke dûr û dirêj radixe ber çavan nivîskar û dide zanîn ku, evîn ne sala dinase ne jî kala. Bi çîroka sêyemin re rê neqedandiye Dîcle, xwe li çîroka çaremîn sipartiye. Ji demeke biyanî û ji bêrikirinên sar û dirêj, ber bi maleke din ve rêketiye. Şifêr daye ber rê, dengê Şivan Perwer daye ber şifêr û ramûsanên keçkên êzdiyan di xweşbûna seherê sibê de ji xwe re veşartiye. Saeteke Serkîsof sekinandiye bi şînekê, bi dengê selayekê, bi girîna jinekê. Kurt û Kurmancî Mehmet Dîcle heşt çîrok nivîsandine, bi çar çîrokên pêşin meriv dimire têra xwe, kesên bawer nakin nivîs jî mirinek e divê li dû şopa çar çîrokên din kevin, Nara! Omer Faruk Baran, Pêngav, 2011/4 “Nara”ya Mehmet Dicle Deh sal berê li bajarê mezin û qedîm ê Pakistanê; li Lahorê baraneke ecêb dabûyê, ji wan baranan re digotin baranên Mûsonî, li çarşiyê min xwe avête qahweyekê. Ev qahwe jî ji yek wan qahweyên ku tenê çaya bi şîr çêdikin bû. Lê tu deng dernediket ji qahwê. Tenê wexta ku şîr dikele û wisa xufînek jê tê ew, dengê şirqîna kevçiyan, bîhna ingîlizan lê reng ê hîndûyan. Çi ecêb e lê tenê zimanê Hîndûyan qedexe ye li wir! Wexta ku min “Nara” ya Mehmet Dicle xwend ew kuçe û ew qeheweya ku tenê kerr û lal dihatinê hate bîra min. (Ku hun çîroka Narayê, Arif û Kejo bixwînin hûn ê fêm bikin) Piştî wê rojê çend car ez çûm wê derê nayê bîra min. Lê ji wê rojê û vir de ez li qehweyên ku tê de xirexir û munaqeşe tune ye digerim. Belkî ji yên bi zar û ziman bêtir çêran bi hev dikirin lê tenê wan fêm dikir. Tilî li hev digeriyan, çav zoq dibûn û çîroka rojê dihate par ve kirinê. Li ser nivîskarên kurd û berhemên wan zêde tişt nayên nivîsandinê. Yên ku çend hevokan bi hev ve dikin jî dîsa bi sosreta ku Kurd tê de dîjin ve bi “pesndayîn”ê têne rexne kirinê. Helbest çiqas baş be jî, çîrok çiqas baş be jî (û ev fikra te bi xwe be jî û wisa ye) divê tu li xetayên wê bigerî. Lê ku bi ya te berhem baş be ê çawa bibe! Na ji bo xatirê hinek hevalan divê tu di dawiya dawî de çend şîrmaqan bavê belegoşka wê berhemê. Çima? Xwedêgiravî tu weha nekî nivîskar û wêjeya Kurdî bi pêş de naçe! Bavê min weleh ku hun nexwînin û haya we ji wêjeya kurdî nîn be tu heqê we nîn e ku hûn di derbarê asta “wejeya kurdî” de biaxivin. ... Tirs bi ya min tenê ev e; ev bû; gelo dê huner û wêjeya kurdan, di heyamek an di siysetekê de hefskirî bimana? Belê, gelek cure berhem xwe ji nav vê siyaseta ku ne xwe ne jî me xelas nekiriye rizgar nekiribû. Zor didane xwe ku derbikevin lê di nav de diman û çiqas diçûn pê re diçûn. Lê gelek nivîskar, helbestvan bi berhemên xwe şewq didane derûdora xwe. Vaye yek ji wan di dest min de ye. Bi edîtoriya Abdullah Keskin ji weşanxaneya Avestayê derketiye. Ji heşt çîrokan pêk hatiye; Leylan, Nara, Havîna Evînê, Çivîkên Şîn û Serkîsof, Agirê Zuleyxayê, Kuça Filan, Şekirê Eydê û Beysûs. Bi rastî berga wê gelek bala min kişandibû. Lê nebû nisîb heta TUYAPê. TUYAP bila bimîne saleke din; lê bi zarokan nabe. TUYAP bûye salona atariyê! Roj çiqas kin bibin, dirêj bibin jî, zeman çiqas zû derbas bibe jî, însan ê here û were bi qiseyên klasîk bigre û bitamije. Bi ew zimanê zindî yê ku xwe rasterast bi canê însan ve dike. Mirov nikare ji vê zindîbûnê xelas bibe. Mehmet Dicle bi wî zimanê ku me hemûyan bihîstiye, bi wî zimanê ku em tev de pê dizanin lê kêm kes dikare bi kar bîne herikiye. Weka ku Şakiro kilama xwe dibêje, weka Zuleyxa ji derdê bavê xwe ji malê direve, weka ku “tev de pê digrin”. Ew tiştên ku her roj dikare bibin û dibin. Li gundek, li taxek, li navçeyek, li bajarek û bi rastî li malek û di hundirê dilekî de. Rojane. Ji nava jiyanê. Ne siyaset, ne terminolijiyek şaş; îcabê zimanekê ku xwe wisa li hev digerîne nake. Rabe û van çîrokên ku bi vegotin û stîla xwe ku wê sibê bibin klasîk, ji wan pîrekên ku hir bi kurmancî diaxivin û dibêjin em ji vê kurmanciya we ya ku we nû afirandiye fêm nakin re bixwîne û ka bila bisekinin. Bê girî ez bawerim ku yek ji wan jî ji vî zimanê henûn, herîkbar, yê malê (wek rûnê malê) xwe wir de bide. Heta ku biqede ê bisekinin, bimizicin û bigirîn. Bi ya min tenê nayê serê min; em hemû carinan dijîn. Yekê ji rêzê diştexile û nişka ve tiştek wilo dibêje ku pûrta serê meriv radibe. Meriv şaşo maşo dike. Em di ecêba wê peyva wî de dimînin. Di çîrokên Mehmet Dicle de, ev zimanê ku pişta gelek mêran dişkêne xwe bi sadetiyek kûr û herkoyî dide pêşberî xwendavanan. Helbest jê difûre çimkî tama kurmnaciyê jê tê. Ez jî dixwazim di dawiyê de dîtin û gotina edîtor dubare bikim: Mehmet Dicle, ji gotina kilamekê destanek nûdem çêdike. Hay ji vî navî hebin. Stêrkeke geş li asîmanên Kurdistanê, li edebiyata kurdî zêde dibe.. Hamid Omer, www.netkurd.com, 10.11.2010


nara - Tirşik

nara


1. pirtuka çîrokan a mehmet dicle ye ku 2010an ji weşanxaneya avesta derçuye.
pirtuk ji 8 çîrokên ji hev gelekî cuda û bandorker pêk tê. çîrok ne zêde kurt in û her çîrok ji xwe re dinyayeke cuda ava dike, mirov di vê dinyayêde digere, vê dinyayê qebûl dike û xwe weke parçeyeke wê hîs dike. dû re ev dinya bi buyer an aşkerebuna rastiyekê ji nişka ve li ser serê mirovde hildiweşe. bandora xwe li mirov dide hîs kirin.
çîrokan buyerên herî bandorker ên jiyanê honandiye; mirin, xwe-kuştin, ensest, hez kirin...
zimanê pirtukê baş e, herikbar e, xwe dide xwendin. ne zêde be jî di hinek hevokande bandora tirkî lê dixuye; hevoksaziyêde hin hevok weke ku ji tirkî hatibe wergerandin, kiryar û kirde awayê hevokên devrîk ên tirkî hatine bicih kirin. weke mînak; "şerm nedikir min, ji pêsîrên xwe yên ku roj bi roj mezin dibûn.(rupel 52, hevoka duyemîn)" lê ne zêde ne ku mirov ji aciziyan nekare bixwîne.
weke encam; pirtuk serkeftî ye û çîrokdihêjin ku bêne xwendin. pêşniyar dikim ku hun bixwînin. ji bo wêjeya kurdî berhemeke baş e, li benda nivîskarin ku hê berhemên nû û çêtir jî biafirîne.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 84.33
pûanê bide pirtûkê: