Tirşik-Pirtûk

asûs

 Mehmet dicle

 

 avesta


 0


 kurmancî

 

 96

 çîrok

 2014.12.08 18:54

 simurg56

 “Li navçeyeke dûr jiyan xewneke dirêj bû.” Ev navçe “Asûs” e. Li wir mirov, di dawiya temenê xwe de şiyar dibe. Li Asûsê insan, ber bi bayê reş dikevin. “Li wê derê mirov neyarê xwe piçûk naxîne. Kes li hev dixin, serê hev dişkînin, carna hev dikujin jî, lê kesek pê li şerefa ê din nake. Ji ber ku mêrekî ku navê wî hatibe binpêkirin ji gurekî birçî hartir e.” Li Asûsê lez tune, berfê her tişt qerisandiye, zeman sekiniye. “Asûs” ne tenê berhema yekem a Mehmet Dicle ye, tevî “Nara” û “Ta” ew êdî yek ji mekanên herî balkêş ê edebî ye.


asûs - Tirşik

asûs


1. asûs pirtûka çîrokvan mehmet dicle ya yekemîne .wisa dixuyê ku li ser çîrokên wî gelek niqaş bê kirin.ji ber ku ev çîrokên di wî pirtûkê de gelek balkeş û serkeftî min dît .mijarên çîroka çavkaniyê xwe jiyana gel û rastiya cîvakê ye bingeh digire .dema ku ew rastî yê tîne zimanê bi zimanekî sik û sar na bi çejekî edebî û hunerî bikar tîne .xwedê qewatê bide pênûsa wî



2. "Li navçeyeke dûr jiyan xewneke dirêj bû" Ev navçeye "asûs"e. Li wir mirov, di dawiya temenê xwe de şiyar dibe. Hevokan wisa watedar tê de tijî ne. - Ger min diwerîya ku carêk din çawên we yên zetûnî anîm bîra xwe, min dîsa dest we pirtûke bikira.



3. dîcle jî wek şopdarekî realîzma efsûnî, nola marquez cihekî xeyalî afirandiye; asûsa dîcle û macondoya marquez ji paytextên cîhana wêjeyê tenê du heb in.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 100
pûanê bide pirtûkê: