Tirşik-Pirtûk

serpêhatiyên zana (hin çîrokên bi qafiye)

 Mele Xalitê Licî

 

 avesta


 0


 kurmancî

 

 256

 helbest

 2014.12.08 19:02

 simurg56

 Çar kitêbên Mele Xalitê Licî(Xalit Remo – Ayçiçek) ku bi awayekî manzûm û mensûr hatine nivîsandin, di navvê berhevokekê de cî digrin. Mele Xalit, ne tenê bi gotin ûşêweya xwe behsa xwe û demeke dûr dike, lê behsa demeke di rihê me de rûniştîdike, her wiha rovî û heywanên din jî dide xeberdan û rewşa me ya ziman û wêraniyêbi hostatiyeke mezin, bi helbestên qafiyekirî, bi ken û girî tîne ziman. Nivîskarbi awayekî gelekî mutewazi’ jî van gotinan li ser xwe dibêje: “Ez di sala hezar û neh sed û sî ûçaran de li qeza Licê, li taxa melan hatime dinê. Piştî temenê min giha heft salan, min dan berxwendina erebî, heta ez bûm bîst salî min li gelek ciyan, li ba melan xwend,geh li gundan geh li Licê. Di sala hezar û neh sed û pêncî û çaran de çûmeskeriyê û di vegerê de çûm Licê û li gundekî bûm îmam heta hezar û neh sed ûşêst û pêncan. “Dûre min terka îmamiyê kir û ez hatim li Diyarbekrê dikanekê vekir û ez bûmsaetçî. ev bû çil û şeş sal ku ez vî karî dikim. Ez nebûm maldar û nebûm jar,şeş zarokên min hene û hemû jî zewicandî ne, bi kurtî ev e jiyana min.”


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: