152
2014.12.08 19:52
Nûredîn Zaza yek ji rewşenbîrên hêjatir ê dîroka kurdan a nêzîk e. Xelekek e di navbera nifşa Bedirxaniyan û nifşên nû de. Wekî nivîskar û wergêr xizmeteke mezin ji ziman û edebiyata kurdî re kiriye. Ji himdarên sereke yên Komela Xwendekaran û ya Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê roleke pêşengî di jiyana siyasî ya gelê kurd de leyîstiye, ji salên 1950 ta 1970an, nexasim li Sûriye û Libnanê, piştevaniya tevgera rizgariya Kurdistana Iraqê kiriye. Ji ber van xebatên welatparêzî ketiye zindanên çend welatên Rojhelata Navîn. Ew piştî 50 saliya xwe diçe li Swîsrê bi cîh dibe, li wir dizewice û di sala 1988an de jî li wir wefat dike. Zaza, serpêhatiyên xwe di ‘Ma vie de kurde’ (Jiyana min a kurd) bi zimanê fransizî nivîsî û ev kitêba nû ji ber destnivîseke wî ya kurmancî ye û cara pêşîn e dikeve çapê. Şahidiyeke girîng e li ser demeke kêm nas a diroka kurdî ya nêzîk.
1. bûyerên ku berê qewimîne û şûnûşopa wan di hişê mirov de maye û dema gazî dikin tê bîra mirov. bîrhatin jî dibêjin. wateyeka din jî ya vê peyvê heye; ji bo peyker û objeyên din yên ji bo bibîrxistina bîranînekî tên çikilandin an biwatekirin, tê gotin. |
|
2. navê straneka mem ararat e, ku doh bi tesadûfî li ser soundcloudê derket pêşiya min. stran ji bo bibîranîna hozan serhad çêkiriye ji loma navê wê bîranîn daniye. gotinên stranê biçekî ''çêkirî'' ne ya rastî ji bo bi newaya stranê re li hev bike zêde pê xebitiye û zor daye ser.
lê newa û awaza stranê gelek xweş e, û dengê mem ararat jî gelek xweş lê çûye. û xwezî dawiya stranê ew qetehelbest nexwendibûya, ji stranên ku tê de stranbêj helbestan dixwînin hez nakim.
gotinên stranê:
min dît ew çiyayên bê deng
bi dengê te bir heware
çar hêlê xwe vêxist agir
lê ew ne intîxare
qêrînên te bêhempa bû
hişbûnên te jî wisa
li gel bayê xerbî
tu xortekî kal e
lê mirin bi te şa nabe
tu maye ji sibeha
ji evînê tu qut nebûbû
û tevahiya jînê
bê te payîz xalî bû
te hêz daye vînê
min dit çiya lalek bû
tu jê re buyî hawar
bi dengê te şîn bû hêvî
rengîntir bûye bihar
qêrînên te ew zindî bû
hişyar kir ji xewa giran
bûye teyrek firî bû
venişt li bilindahiya
nexşeya evînê xem e
şopê ma li payîza
pel diweşînin loma
mizgîn dide ji bihara
dara hesretê ye dunya keko
bêyî xema stewre ew
erdnigariya şahiya wenda ye hê jî
tê gotin bi ber ava çemekî ketiye
û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye
li deverek biyanî,lê ne gelekî dûr
dibê bi qasî mijangên xwe nêzîk
lê ew dîsa jî wendaye
ew li wir ketiye:
li ku lal bûbe çivîkek
li ku griyabe zarokek
li ku êşiya be birînek
xatirxwestinên bê wext para kê be
qêrînên herî delal yê wan e keko.
mem ararat - bîranîn:
vîdyoyê veke
|
|