Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

kurdên nejibîrkirinê

 Nuredîn Zaza

 

 avesta


 2011


 kurmancî

 

 132

 nayê zanîn

 2014.12.08 19:55

 simurg56

 Di vê kitêbê de hemû nivîsên Nûredîn Zaza, bi taybetî nivîsên wî yên edebî hatine berhev kirin. Hin ji van nivîsan ji arşîva jinebiya Nûredîn, Gilberte Favre-Zaza; hin jî ji nameyên ku wî ji Kendal Nezan re şandine û yên din jî ji nivîsên wî yên Hawarê hatine deranîn û amade kirin. Çend sal berê, gava ku Nûredîn Zaza: Bîranîn ji destnivîsên wî hate amadekirin, me wiha bawer dikir ku êdî nivîsên Nûredîn Zaza yên neweşandî nemane. Lê Gilberte Xanim bi me da zanîn ku di destên wê de hinek deng (li ser kasetên kevn) û çend rûpel jî destnivîsên Nûredîn Zaza hene. Me ew deng guhdarî kir û tevî destnivîsên mayî, li ser kaxidê raxist. Di kasetê de tenê şi‘rek (Derketî) û şanoyek (Stêrk) hebûn. Ên din di wextê xwe de, di Hawarê de hatibûn belav kirin. Bi vî awayî hemû nivîs û destnivîsên wî yên dawîn jî tên weşandin. Kurdên nejibîrkirinê Ji tevahiya nivîsarên wî –çi helbest, çi kurteçîrok, çi pexşan, çi jî şanokurdistanîbûn û kurdewariya wî bi awayekî zelal û eşkere xwe dide der. Tevî ku di 5-6 saliya xwe de ji serxetê binxet bûbe jî, heta dawiya temenê xwe devera ku bi neçarî terikandiye bi awayekî zindî daye vejandin. Li Şamê, li Beyrûdê, li Swîsreyê û li Lozanê, heta roja ku serê xwe datîne jî kul, derd, merem û daxwaza wî her serfirazî û serbilindîya gelê kurd bûye. Kitêba "Kurdên Nejibîrkirinê" vê yekê bi me dide selmandin û portreyeke edebî, hunerî, gelperwerî û civakî ya Dr. Nûredîn Zaza pêşkêşî dêhn û bala me dike. Di kitêba navbihurî de, hemû berhemên edebî yên Nûredîn Zaza, yên çapkirî û neçapkirî hatin civandin û di nav weşanên Avesta de derketin. "Kurdên Nejibîrkirinê" hemû nivîsên Nûredîn Zaza, bi taybetî nivîsên wî yên edebî di nav xwe de dinimîne. Xwedî û edîtorê weşanxaneyê Abdullah Keskin derbarê xebatê de diyar dike ku hin beş ji nivîsên di kitêbê de, ji arşîva jinebiya Nûredîn, Gilberte Favre-Zaza; beşek jê ji nameyên ku wî ji Kendal Nezan re şandine û yên din jî ji nivîsên wî yên ku di kovara Hawarê de hatine weşandin, hatine deranîn û amade kirin. Em hinek bala xwe bidin nivîsarên di kitêbê de. "Nûredîn Zaza: Çapa kurdî li Ewropa" ew nivîs e ku wekî pêşgotin ji bo "Hêviya Welêt, Dengê Komela Xwendekarên Kurd li Ewropayê, hejmar 1-3 hatiye amade kirin. Sala nivîsa ku di rûpela duyem de cih digire, 1976 e. Di heman kitêbê de bi navê Newrozeke Xemgîn, Derketî li her derê bi tenê ye û Newroza 1979 sê helbest cih digirin. Xurşîd, Gulê, Keskesor, Stêrk, Perîşanî, Hevîna Perîxanê, Xatûn an piling, Dê an xwişk, Şerê mêşa û Stêrk navên 9 kurteçîrokên di kitêbê de ne. "Şerê Mêşa" û "Stêrk" ne tê de, tevahîya nivîsan di navbera 1941-1942yê de di Hawarê de hatine weşandin ku li Şamê derdiket. Herçî beşê bi navê "Kurdên Nejibîrkirinê" ye, navê xwe daye kitêbê bixwe jî. Di beşê navbihurî de, di 4 nivîsan de, portreyên 5 navdar, alim û lehengên kurd hatine nivîsandin. Cemîlê Seyda, Hemze Begê Miksî, Evdirehman Axayê Eliyê Ûnis, Qedrî Can û Reşîdê Kurd. Nûredîn Zaza piraniya van camêr û maqûlên kurdan li Şamê nas dike, têkiliyên baş bi wan re datîne û di dawiyê de jî li ser wan dinivîse. Hemû portreyên di beşê "Kurdên Nejibîrkirinê" de, ji hev balkêştir in û xwedîyên agahiyên hêja ne ku em ji wan bêpar in. Bo nimûne di nivîsa Evdirehman Axayê Elîyê Ûnis ku mêrxasê Serhildana Sasonê ye, em pê dihesin gava ew terkeserê binxetê dibe û tê Şamê 50-55 salî ye, xwendin û nivîsandina wî tuneye, paşê Osman Sebrî wî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dike. Demek derbas dibe Evdirehman Axa zarokên xwe jî fêr dike û nameyan ji serxetê re dişîne. Dr. Nûredîn Zaza di sala 1919ê de, li Madenê tê dinyayê. Zarokatîya xwe li Bakurê Kurdistanê derbas dike. Piştî 1925ê, ligel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîz derbasî binxetê dibe. Ligel temenê xwe yê biçûk jî, di rêxistinên kurdî de berpirsîyarîyên girîng werdigire û gelek nivîsên wî di Hawarê de –bi navê Nûredîn Ûsiv- çap dibin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, li Swîsreyê bi cih dibe û li Zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekarîya xwe de, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê ava dike. Di sala 1957ê de navberê dide çalakiyên xwe yên Ewropayê û vedigere Sûriyê û ji bo yekîtîya kurdên başûrê-rojavayê Kurdistanê dixebite. Di avakirina Partîya Demokrat a Kurdistanê (Suriye) de roleke girîng dilîze. Di salên 1960ê de gelek caran tê girtin û di zindanên Sûriyê de dimîne. Di sala 1969ê de vedigere Lozanê û li ser zimanê kurdî dixebite. Di sala 1983yê de dibe yek ji damezrînerên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û berî mirina xwe bi salekê Mem û Zîna Ehmedê Xanî werdigerîne fransizî. Di sala 1982yê de "Ma vie de Kurde" li Lozanê diweşîne. 7ê Çileya 1988ê li Lozanê, ji ber nexweşiya pençeşêrê koça xwe ya dawîn dike û xatirê xwe ji me dixwaze. Salihê Kevirbirî, Le Monde Diplomatiqie kurdî, Tîrmeh 2011, Hejmar: 20


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: