Tirşik-Pirtûk

ez ê yekî bikujim

 Firat Cewerî

 

 avesta


 2012


 kurmancî

 

 152

 roman

 2014.12.06 19:40

 simurg56

 Ez ê yekî bikujim di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psîkolojiya wan, hêvî û armancên wan û behsa êş û xemgîniyên wan tê kirin. Ji aliyê din ve hin sebeb çawa dikarin bibin encamên trajedîk, mirovên ku demekê bi îdealên mezin radibin çawa dikarin têkevin gerînekên melankolîk û tesadufên jiyanê mirov bi çi re rûbirû dike, bûye mijara romanê. Gelo wê kî, kê, ji bo çi bikuje? Ma qatil jî qurbanek e? Firat Cewerî bi vegotina xwe ya sade û bi tevna xwe ya tekûz balê dikişîne û gava çîroka mirovên bêçare û bênasnavîtiya gelekî vedibêje bi tu awayî propogandayê nake. Romana Ez ê yekî bikujim yek ji romanên herî xweş e ku min ji mêj ve nexwendibû. Sibel Oral (Rojnameya Tarafê) Çîrok bi hosteyiyeke hunermendane di nav derfet û encamên xwe de diherike û bi fînaleke gelek zarîf bi dawî dibe. Ali Fikri Işık (Netkurd)


ez ê yekî bikujim - Tirşik

ez ê yekî bikujim


1. pirtûkekî a firat cewerî ye. pirtûk di cûreya romanê de ye û 2008 an de ji weşanxaneya avesta derket.
min vê pirtûkê, par, ji fuara pirtûkan a amedê standibû. lê min nû xwend û ez poşman in ku min beriya niha nexwendiye.pirtûkek pir baş e û pir riwîn* e .piştî mirov despê pirtûkê dike, dixwaze di cî de bixwîne û dawiya romanê bibîne .
mijara pirtûkê gelek bala mirov dikişîne. ez naxwazim zêde qala mijarê bikim ji ber ku piraniya tiştan bi awayekî surprîz derdikeve holê. lê dikarim vê yekê bibêjim ku pirtûk piranî qala zilamek ku 15 salan bo gelê xwe di zindanê de maye, dike .
ez vê pirtûkê ji herkesî re pêşniyar dikim. zimanê pirtûkê jî ne giran e .





3. pirtukeke firat cewerî ye. nivîs behsa têkçuyiyên tevgerê dike. ristin û pêdeçuna pirtukê bi awayeke zane baş hatiye lêkirin û pirtuk xwe dide xwendin, mirov pê dikeve. lê weke ku dawiya pirtukê nehatî temamkirin e. pirtuk ji du beşan pêk tê û her beşekê de yê raveker cuda ye, lê awayê vegotinê naguhere, buyerên tê de pir in lê kitekitên wê weke ku hinekî kêm mabe.

(spoiler: dianaya ku di pirtukê de serpêhatiyên xwe vedibêje; hema bêja tu tişt namîne ku nekeve tê de. lê ji ber ku kitekitên wê hinekî kêm e weke filmeke aksiyonê ya bi lez û bez dibore ye. serbazê wê hêsir digire wê serbest berdide lê kes bi temamî nizane ji ber çi! li derekê dianaya me dibêje ka keça te heye yan na, lê hema ewqas. lawo ma ev çiqas bi bandor, hema ewqas bi bandor be hinekî jî behsa wê bandora wê bike. hin sîxurên dewletê heftiyekê tecawizê keçika hanê dikin lê hema diana behsa xwekuştinê du-sê caran dike. hema qet nebe divê sê-çar tişt bihatina gotin ku travma û êş û azara li ser psîkolojiya wê bihata nîşandan.)

zimanê pirtukê ne xerab e û baş tê fêhmkirin. peyva "tibabek" pir tê bikaranîn û di wateya "qederek", "medeyek", "qasekî", "ne zêde lê hinekî pir" de hatiye karanîn ku herêma me jî bi awayê devkî "tivavek" tê gotin.
hêjayî xwendinê ye, hema qet nebe kurdî ye. bi çaveke din hin cureyên din ên têkoşerên nêrîn ne tişteke xerab e û dê rê veke bêtir bêne fêhmkirin. lê meseleya "ji bo azadkirina bajêr" zêde hatiye behskirin û buye weke benîştê. tama wê hêdî hêdî diguhere.
welhasilê kelamî kêrî xwendinê tê.







6. navê pirtûkê ji pirtûkê gelekî xweştir û serketîtir e.



7. romana ku helîm yûsiv digot firat cewerî ew ji niza'm kîjan çîroka min diziye. bo xatirê xwedê, ne romaneke wisa serkeftî ye ku mirov hesûdiya wê bike. erê, teknîk filan baş e, ziman herikbar e, hunandina wê kêm zêde dişibe tevna romaneke modern lê ji serî heta binî oryantalîzm e baba. temsîlên wê jixwe haho haho! min nedin axaftin.
hema bila nivîskarê wê dev ji çîrokê berde, kîjan romanê çawa dinivîse bi keyfa xwe ye. qediyato!



8. bûye sedem ku bîranîneke min were bîra min.
hevalekî nisêbînî şevekê dema vexwaribû û ev pirtûk dît got:
-ez ê yekî bikujim! ca te jî wisa digot! de were bê kî dinne kê!



9. romana firat cewerî ye.(bnr: )http://www.idefix.com/kitap/ez-e-yeki-bikujim-firat-ceweri/tanim.asp?sid=OUYBAF9XIE5BTR0IZZWJ



11. di vê romanê de firat cewerî dawiya romanê herimandiye, ji ber ku lehengên romanê ji nişka ve winda dike û romanê diqedîne; ango ecele dike û hewl dide ku roman zû biqede, ji ber vê jî ketiyê di kêmasiyê de. dema min ev roman xwendî romana lokman polat a bi navê "kewa marî" xwe li ser bîra min kûr dikir.



12. berhemek hêjayî xwendinê ye. min duh destpê kir û îro jî qedand. niha li nobetê me, lê ji ber vê romanê min dev ji kar û bar berda û vêga xelas kir. yanî pirtûk xwe baş dide xwendin.
zimanê pirtûkê weke li jor jî hatiye gotin, sivik û herikbar e. senaryo jî ne xerab e ji ber vê yekê ye ku mirov hema zû dixwaze xwe bigihîne rûpela 152yemîn.

bi qasê min ji pirtûkê fêhm kir, bajarê ku bûyer lê diqewimîn yanî ew "Ev bajarê ku ez demekê li dû rizgarkirina wê bûm" amed e. ji ber ku behsa navê wê kevin/nû tê kirin.
her wiha, bûna navenda goçan û hebûna dikanên cîgerfiroş, dizehên ku bi çavê rojê dibin, avahiyên galeriya û otela dedeman vê yekê baş kifş dikin.

weke jor jî hatiye nivîsandin, pirtûk ji 2 beşan pêk tê. her bej ji devê lehengeke din tê vegotin. min hêvî dikir ku dema derbasî beşa duyemîn bibim, bi guherîna peyvan û şêweya hevok û vegotinê nivîskar li min bide hîskirin ku bi rastî jî yê ku çîrokê dibêje guheriye. lê ne wisa bû, ger wisa bûya wê ji bo berhemê serkeftinek bûya lê nebûna wê jî ne kêmasiyek e.

pirtûk ne propaganda an jî reşkirina tu rêxistinan e. behsa lehengiya şoreşgeran nake, serkeftin an jî binketina wan jî rexne nake. tenê hinek karakterên têkçûyî û wendakirî yên vê çîrokê, radixe ber çavên me û me ji dinyayê sar dike.

çîroka serlehengê me yê mêrkuj ne seyr û nedîtî ye. berevajî, gelek berbilav e jî. lê çîroka dîana'ya reben gelek resen e, dilê mirov diguvişe û bernade. wisa bawer nakim ku bi cewherî, bi çaveke oryantalîst li meseleyan nêriye. nêrîna wî him ji navendê him jî ji derve ye. lê tabî zêdetir ji navendê ye.

----- spoiler ----

welê xuya dike ku ez ê 3-4 rojan derbarê dîanayê de bifikirim. ji ber ku bi rastî morala min xerab kir. em ne li fezayê mezin bûne, tabî em gelek êşên vî şerê qirêj dizanin. lê dev ji hebûna bûyerek wisa berdin, îhtîmala hebûna bûyerek wisa jî ji bo min bes e ku bikevim dojeya dîanayê.
di xwedina pirtûkê de her tim ev hat bîra min: çawa dibe ku dîana li vî bajarê ku navend û keleha rêxistinê ye, nikare xwe bigihîne "heval"an xwe xelas bike. ji ber ku di salên 80î û 90î de jî, niha jî hêza gelê kurd qet ne ewqas lawaz bû ku bikare şoreşgereke xwe bi vî awayî bihêle di destê neyaran de. hê berî çend mehan li mekteba ku di hilbijartinê de min dengê xwe lê bi kar anî de, hevalan polîsan dan ber kulman û jineke ku ji aliyê polîsan ve dihat lêgerîn û li ser sindoqan hatibû girtin,ji destê polîsan rizgar kirin û birin. yanî ger dîanayê tenê çaveke xwe jî li saziyên xwe re biqusanda, wê an darek xistibûyan qûna wan pêzewangan an jî wê bi hev re bihatan kuştin.

di romanê de çend xalan jî bala min kişandin;

- serbazê leşkeran ku cara ewil wî dîanayê dîl girtibû, ji hemû karekterên din yên çîrokê baştir û dilnermtir derket. û ez bawer im rastiyê de jî wisa ye. yê ku tirk e tê rehmê lê ew kurdên ku qoricitiyê dikin ji hemû dijminên rastîn û esas hovtir, wehştir û cehştir in. nizanim çima lê vêga mehmet metiner hat bîra min. xwedê xêr bike.
- navê qiriciyê bênamûs "satılmış" bû. (navek bi tirkî yê popûler e ku wateya "firotî" ye) ez bawer im nivîskar vî navê bi zanebûn û qestî bi kar abiye. nexwe bila ji wan kesan çi navî hilbijêra ku ji bo çend qûrîşan dibin dijminê gelê xwe û kujerên keç û xortên gelê xwe?
- pirtûkê de nivîskar ji xeynî gotina ku dîana eslê xwe ji mûşê ye, navê tu deveran nade. nizanim gelo ji bertekan tirsiyaye an ji ber tiştekî din e?
- di meseleya birakujiya pêşmerge û hevalan de jî min tevgerên nivîskar hinekî beredayî dît. ne hewce bû ku bi çavê me re bike ku ji her du aliyan jî hinek li dijî vê şerê bûn lê hinek jî ji dil şer û dijminatiyê dikirin û hwd. ev tevger dişibin tevgerên mahsun kırmızıgül.

ji destpêka pirtûkê ve, zilamê me digot xewnên min xelet dernakevin û ez ê yekî bikujim. lê mixabin wisa nebû wê rojê nekarî tu kesî bikuje. heta yekê ji mirinê xelas kir û ew xwe jî hindik mabû bimire. vêca nizanim çima dema ku çû malê, diya xwe ya reben nekuşt.
ji xwe ew ji min re bû dert. jixwe ji ber fikr û tevgerên zilamê me yên li hemberî diya xwe ez aciz kirim, serde jî nivîskarê me cewherî jî qet mafê gotinekê neda jinika reben û wisa hat jibîrkirin û çû.

zilam her û her got ez ê yekê bikujim û dawiyê de jî kuşt. digot wê yekî bikuje ne hinekan, loma em dizanin ku nivîskarê me nehat kuştin û îhtîmalek mezin çû derbarê bûyeran de pirtûkek jî nivîsand.

vê pirtûkê nizanim çima lê fîlma Ta'm e guilassê anî bîra min. li wir zilamek ji bo ku dema xwe kuşt veşêre, li kujerek digeriya. li vir jî zilam ji bo kuştinê li qurbanek digere. li wir zilam ji bo vî daxwaza xwe nedikariya bi hêsanî kesekî bibîne, lê dema ku erebeya w diket xendekekî de bêyî daxwazkirin û lêgerînê, alîkariya pêwist wî didît û dihat. di romana me de jî, zilamê me ji bo kuştinê dike nake kesek li gorî kêfa xwe nabîne lê diçe rastî zarokek muhtacî xelasbûnê tê û wî ji mirinê difelitîne û hwd. belkî zêde neşibin hev jî lê fîlmê anî bîra min ...

----- spoiler ----



13. romana ku bi romana lehî dewam dike. lehî derketiye û ji pirtûka yekemîn stûrtir e jî.



14. pirtûka ku wextê xwe de hatiye îdîakirin ku ji mijara çîroka helîm yûsiv ya bi navê meha sêzdehan hatiye dizîn.
(bnr: şerê helîm yûsiv û firat cewerî)





16. Helîm cil û bergê xwe girt xencera xwe da dest xwe lê meyzand go ezê îro yekî bikujim û ji mal pekiya derket.Gava derkete kolanê rast berê xwe da rawestgaha otobûsa gelî,Li rawestgehê zelamek li mil çentekî reş bihemdê xwe rûniştibû,Silav dayê zelam silavî lê vegerand ,go navê te çi ye.Zelam hinkî şaş û maşo go firat.Helîm xencera xwe ji ber xwe kişand li nava dilê wî de çikand, pêre go bimre ferat ev çito nave qeşmer. Ferat cîde rihê xwe teslîm kir helîm xencara xwe ye ku jê xwîn dilopîkî ji nava dilê camêr kişand li ber xwe nihêrî ku otobês hatiye bi dengekî bilind kir qêrîn go ezê îro tekerekî biteqînîm ,bi wê hevê re xwe gihande ber otubêsê teker da ber xencara fisînî ji tekera reben çû go tu çito tekerî ulan û arkasi yarin.



17. ez e îro tekerekî biteqînîm.em benda te ne..



18. pirtuka xuyaye versiyonên wê derdikevin e. xêre tivirlo, tu ji kê aciz bî(ya rast xuya ye ji kê!)? aram be, easy!



19. pirtûka firat cewerî ye. pirtûka serîpirtûk a yekeme, ya duyem jî ''lehî'' ye. pirtûka ku seydo aydogan di kovara wêje û rexneyê de li serê gotarek weşandibû û di gotara xwe de rexneyên gelek giran lê kiribûn. piştî vê rexneyê ya rastî ez hinekî jê sar bûm, lê ne ev tenê lewra firat cewerî jî nivîskarekî qureye hinekî. awayê romanên wî hinekî dişibin hev.



21. ser vê çîrokê helîm yusiv û firat cewerî ketibûn qirka hev,lê madem rêze pirtûke bila navê ya sêyêm jî bibe:Ez ê îro tekerekî biteqinîm.



22. Mi no roman hîrê roj ra ver wendî, Zaf oryantalist veradaya amebî. Mi roman ser o hûmarê diyin ya kovara hêja û qedirberz Weje û Rexne de mamoste Îbrahîm Seydo ser o Ez ê yewî bikîşo/Ez ê yekî bikujim nuşteyêk nuştibî mi wendî. Mamostê Seydo zî no romana çiqas veradayayo îspat keno. Hevalêk wesnane roman danî wa no nuştê Mamostê Seydo biwanî





24. a soxî ezê îroj destpê xwendina vê romanê bikim. hêvî ji xwedê dikim ne wek mêrê avis a hêlim yûsiv be. dixwazim hinek ruhê min hênik bibe. min peyamên li jor jî nexwend. ka bira bibe surprîz. *



25. romana ku firat cewerî û helîm yûsiv ji bo wê şer kiribû, ji ber H. Yûsiv digot ku firat ji çîroka min diziye.
(bnr: şerê helîm yûsiv û firat cewerî)



26. manyaqê hanê lehenga romanê ye. ev çi psîkolojiyek genî yaw. ne'let.







29. ezê çawa destpê rexneyê bikim nizanim. DİBE ROJEK DİN.. heta dora rûpela 100î min di du roja de xwedibû lê kar nehiştibû bi xweşî xwe bidimê û pirtûk berî vê şevê xelas bibe. xwedêyo! çîrok, serpêhatî ya esil di navbera 110 û dawî ye û pirtûkên ku min heta anuha xwendine li cem vê berhemê bû toz û firiya... divê ez sibê di 6 û nîvan de rabim. lê pirtûk nehişt rakevim û xelas bû jî nahêle...

kelecaniyek xweş li ser min E. ji ber ku ev romana serkeftî kurdî ye!
lê dilê min êşand. êşek çawa ye nikarim bisêwirim.

(bnr: spoileR )
min zûka lehî ji refê derxist. zilamê manyak a li jor li peyamekê kin min nivîsîbû, sedema navê roman e û yên pirtûk xwendine wê zanibin, kesekî nekuşt û wanî çû dilovaniya xwe. madem lehî dewama vê romanê ye, gelek meraqan dikim, ka li lehî jî ew heye an na. bi teknîkî divê tune be lê bi mantiqî divê hebe! ooo xwedêyo! tibabek pirs li serê min hene. lê divê rakevim.*
(bnr: spoileR )



30. divê herkesê ku dixwaze dest bi xwendina kurdî bike bi vê pirtikê despê bike.
ji ber ku him zimanê wê ne giran e him jî mijar û serpêhatiyên tê de gelek balkêş in.



31. ------li vê peyamê bêhna spoilerê difire.------
------heq we pirtûk nexwendibe, jê dûrkevin.------

simurg56 peyamekê xweş nivîsandiye.#43916
lê tiştek pirsiye:
çawa dibe ku dîana li vî bajarê ku navend û keleha rêxistinê ye, nikare xwe bigihîne "heval"an xwe xelas bike.

ji xwe dîana bersivê dide: ew ketiye bin destê dijminan. û ew bi hêsanî here li ba "heval"an wê gumanî bikeve dilên wan û wê dianayê xayîn bihesibînin. dîana piştî ked û xebatên xwe naxwaze navê xayintî lê be. ji ber vê jî ser li saziyên "heval"an nake.

gelek caran min bihîst. rast e yan derew e, li gorî gotinan kesên diherin çiyê û bi riyekê namûsî(mîna dîanayê) an bênamûsî be ferq nake, dema tên li nav bajaran bi çavekî xayîn tê dîtin. hema nebe, ji civatê tê afaroz kirin. ê dîana xwêdan herikandiye, helbet wê nexwaze bi navê xayîn bê bangkirin.

lê bi ya min pirsa herî mezin ev e:

li cem teorîk, pratîk jî perwerdeya şerê dîtiye. ev dîanayê divê berî xwekuştinê bifikre, divê tolhilandinê bikira armanc. li gorî kitêb 6 meh bi tecawiz û qehpetî derbas kiriye. di nav vê 6 mehê de ma carekê jî ew neçû mitfaxê û hema dest bi kêrê nebû! kesekî bifikirin ku demek dirêj li ser ramanekî felsefî fikiriye. bûye gerîla û ketiye pevçûnan piştî perwerdeyê û nuha mîna keçikên nû ji dawa dayika xwe derketiye tevdide û hema mecbûrî qehpikbûnê ye! erê nivîsar xweş daye xuyandin, dîana tirsonek nebe jî, hema tirs li dilê ye. dema ji aliyê serbaz û him jî yên qoruciyan ve hat zevkirin dîana tim ket dûdiliyê. tevneda. hema her tişt qebûl kir. bi ya min nivîskar van tiştan ji bo tirsonekiya wê bide rêdan bikaraniye. yan jî lawazbûniya wê.

û nizanim çend tiştên din..



32. ji bilî ku zimanê wê kurdî ye tu taybetiyên wê tune.





34. Yaw ji bo Xwedê nivîskarek evqas jî qala xwe nake law. Welleh bîlleh însan aciz dibe. Ez hew dikarim li wî guhdarî bikim. Hingî pesnê xwe dide ez êdî naxwazim pirtûkên wî jî bixwînim.
Lê ji bo xwendevanên ku nû dest bi xwendina bi kurmancî dikin, baş e, çi bêjim.



35. çend tirşikvan bo kesên ku nû dest bi xwendina bi kurdî dikin, pirtûka ez ê yekî bikujim pêşniyarî wan kirine. #80640 #90400 xwendina romanê di destpêkê de? na loo. Here lînkê ez ne bawer im ku di destpêkê de sebra xwînerekê bi romanê were. çîrokên ku li jor min lînka wî danîye (bnr: gurî), bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin. bi gotinên pêşiyan û biwêjan ve tije ye. ew çîrok gişt "çîrokên serpêhatiyên kurdî" ne, û kurte nin (çîrok kurte nin). bo destpêkê meriv dikare çîrokên wisa bixwîne. pirtûka birêz cewerî ne tenê li aliyê dirêjbûnê (roman dirêj in), ji ber ku bîna wergerê jî jê tê, bo xwînerên nû neqenc e. bi ya min, xwînerên nû divê qasî demek ji pirtûkên "wisa" dûr bin. ez ê yekî bikujim romanekî xirab filan nin e, baş e. di pirtûka cewerîyê de zimanê kurdî her çiqas li aliyê standardîzebûnê ve forsa xwe bikarîbe jî bavêje, kurmanciya wê ku li ber çavan e, ne kurmanciya gewr e. wekî min got, bîna wergerê jê tê. ez berhemên ku bi "zimanekî xweser û resen" hatine nivîsandin dikarim pêşniyarî xwînerên nû bikim. ewên din ne. - te go çi? + min go "bîna werger". - eh, mebêje lo? + willeh min go. - ma te go mêrik birêz e. + erê, birêz e. - ew ê çawa hem bibe birêz him jî bîna wergerê jê bê? + birêzekî wergerî ye. firat wergerî. - ma ne eyb e tu wer dibêjî? + na, na ez heneka'xw pê dikim. bi rastî jî nivîskarekî biqîmet e. xwedê jê razî be.



36. Ez ê veronikayê bikujim. Çimkî:



37. romana ku heft heşt sal berê min xwendibû û kêfa min jê ra hatibû û lê niha zêde tiştek ji naveroka wê nayê bîra min. di dema xwe da bûbû mijara gelek nîqaş û gotaran.



38. romana ku ji ber navê vî naveroka wê bi min egerên qelsbûnê xurt kir.







Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 70.57
pûanê bide pirtûkê: