170
2014.12.08 20:38
“EdîtorêMîlanoyî yê ku wergera îtalyanî ya Mirovên Hejar çapkiriyedîbêje ku evberhem ji bo hemî gelan hatiye nivîsîn, rast e, xebera wîye. Ez nizanimku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê mînew ji bo herkesînivîsandiye. Mirovên Hejar, çendî ji bo Îspanya,Fransa, Îrlanda hatibenivîsîn ewende jî ji bo Brîtanya, Îtalya,Almanya û hwd; çawa ji boîmperetoriyên ku li ser milên hejaran hatineavakirin hatiye nivîsînwiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn.Pirsên civatî sînoran nasnakin. Birînên mirovayetiyê, ew birînênbêsînor ku hemî rûdinyê digrin,li xetên sor an hêşîn ên nexşeyan hovenadin, ranawestin qet. Li herciyekî ku nijada mirov nizan û bêhêvîye, jin ji bo nan xwe difroşe,zarok ji ber peydenekirina pirtûkekeperwerdekirinê û agirekî germ êşêdikşîne, Mirovên Hejar li derî dixe ûwiha dibêje: Ez ji bo we têm, derîvekin li min. Di vê saeta ewende tarî ya şaristaniyetê ku em tê dedijîn, navê hejar,mirov e; ev mirov li hemî îqliman di ber ruh de ye ûbi hemî zimanandinale.” Victor Hugo
1. kul û derdê biruya hayao miyazaki bû ango (bnr: mirovên wek min)* mirovên ku dahata wan a heyî an jî ya tuneyî têra debara jiyaneke normal a ku bikarin ji xwarin û vexwarin û hewînê zêdetir îhtiyac û danûstanên standard bikin, nake. li gorî sedsalên ewil tundiya hejarbûnê bi pêşketinên aborî û teknolojîk û tibbî hinek kêm bibe jî, dîsa jî di dinyaya îroyîn a giloverî de hê jî pirgirêkeke heyatî ye. |
|
2. Navê wergerandî a pirtûka Vîktor Hugo a Les Miserables e. Pirtûkek gelekî xweş e. Li ser jîyana Jean Valjean disekine ku zilamek hêjar bi xwişka xwe re û xwarzîyê xwe re dijî. Rojkê hengî ji zikê zaroka re diheyire ji firinekê nanek didize lê cîh de tê girtin û qederê 19 salan di girtigehê de wek xûlaman dişûxûle. Dema azad dibe, rîya wê li zarokek sêwî ku dîya wê ji hejartî û neheqî karê bêrê dike rast tê û ji keçikê re dibe bav. Ez herî zêde di pirtûkê de li ber dîya cosette ku navê wê Fantîn bû dikevim. Rebena Xwedê diçe zankoyê ku bixwîne lê dil dikeve yekî û ew bênamûs keçikê avis dike. Gava Fantîn li xwe mikûr tê ji ber jinikê direve xwe ne li wê ne ji zaroka xwe re nake xwedî. Îca, jinik dev ji xwendina xwe berdide û diçe febrîqê rênçbertîyê dike lê çavê xelkê jê re bar nabin, bêbextî lê dikin û jinik ji karê xwe dibe. Dûra zaroka xwe datîne li cem xwedî qesrekê bes ew jî pê re xayîntî lê dikin, zaroka wê xweşik xwedî nakin. Her meh ji bo ku çend qirûşan bişîne wan xelka Fantîn pêşîka diçe li ber berber û ew porê zer ku dikeve heta li ser çoka jê dike û difroşe. Dûra dîsa doza pera lê dikin, vêca diçe her du diranê xwe yî ber radike û difroşe ji bo kezeba xwe. Talî tiştek wê namîne derdikeve qada û xwe difroşe, di wan kolanan de rojekê gelekî sar ji jiyana xwe dest dide û sêwîkê li pey xwe dihêle... |
|