Tirşik-Pirtûk

êzdiyatî - civak, sembol, rîtûel

 Xanna Omerxalî

 Ergîn Opengîn

 avesta


 0


 kurmancî

 îngîlîzî

 144

 dîn lêkolîn

 2014.12.08 20:42

 simurg56

 Li ser êzdiyatiyê nêrînek ji mal û objektîv Êzdiyatî yek ji bîr û baweriyên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e. Ji zemanên kevnta niha bi zilm û zor û fermanan hatiye rojevê. Seyyahê ewrûpî Wigram dibêje; “eger bîr û baweriyek li gor zilm û zora ku lê hatiye kirin bê nirxandin, gereke ciyê herî girîng û bilind bidin êzdiyan.” Xebatên ilmî li ser civaka êzdî û êzdiyatî pir kêm in. Di lîteratura li ser êzdiyan a ku bêhtir bi seyyahên ewrûpî dest pê kiriye de gelek şaşî hene. Heta vêga êzdî bi xwe li ser xwe, li ser dîn û civak û ‘ededên xwe zêde nepeyivîne. Xanna Omerxalî, bi şêweyek zanistî pirsên girîng ên derbarê dînê êzdiyatiyê û tradîsyona wê ya dewlemend de vedikole, gelek daneyên nû pêşkêş dike, bi taybetî li ser tradîsyona dînî ya êzdiyên Transkafkasyayê. “…em xweşbext in ku Dr. Xanna R. Omerxalî, nûnereke zîrek a nifşê duyemê êzdînasên êzdî, hem gelek behredar e hem akademîkeke perwerî ye û hem jî keseke wesa ye ku hez û evîna kûr a dînê xwe digihîne sirûş û hukmên rast da ku bikare wî dînî baştir têbigihîne û çêtir bide zanîn. Di vê xebatê de, wê, hejmareke gotaran pêşkêş kirine ku tê de babetên rojane yên strûktûra civakî û rîtûelên dînî bi awayekî wesa nîqaş kirine ku ne tenê birreke aliyên heta niha xerîb û kêmnas ên vî dînî li ber xwendevanan radixe, belkî hinek rêkên têgihiştina fikr û boçûna dinyayê û ramana dînî ya ku di bingeha wan de ye jî dabîn dike bo xwendevanan.” Philip G. Kreyenbroek (Ji pêşgotina kitêbê) NAVEROK Ev kitêb li ser êzdiyatiyê ye; yanî li ser yek ji wan dînên herî veşartî û sirdar ên Rojhilata Navîn. Sebebê sereke bo weşandina vê kitêbê ew bû ku herçend hinek xebatên lêkolînî yên baş li ser êzdiyatiyê hatibine weşandin jî, ev dîn bo piraniya kurdan jî hêj wekî metelekê ye, û lazim e agahî û zanyariyên li ser vî dînî ber dest bin bo girse û cemawerên firehtir. Di vê kitêbê de sê beş hene, her beşek ji bo aliyên cihê yên lêkolîna êzdiyatiyê hatiye terxankirin. Her beşek ji du gotaran pêk hatiye û gotarên her beşekê wesa hatine neqandin ku xwendevan bikarin ji perspektîfên cihê bibin xwedanê fikr û têgihiştineke giştî li ser êzdiyatiyê. Hevkat, di her beşekê de pirseke muhîm û aloz a vê mijarê tê vekolan. Armanca kitêbê ew e ku hinek pirsên muhîm ên derbarê dînê êzdiyatiyê û tradîsyona wê ya dewlemend de vebikole. Di vê xebatê de gelek daneyên nû hatine pêşkêşkirin, bi taybetî li ser tradîsyona dînî ya êzdiyên Transkafkasyayê. Destpêk, agahiyên giştî yên êzdiyatiyê dide xwendevanan. Agahiyên kurt û fer dihewîne li ser êzdiyatiyê: Kok û rayên wê, orîjîna navê wê, cografyaya wê ya dînî, metnên pîroz û qewl û beytên wê, kozmogonî, rîtûelên înîsîasyonê, hiyerarşiya rûhanî, hwd. Beşa I, “Civaka Êzdî”, li ser demografiya êzdiyan fokûse dibe: Cemaetên êzdiyanên Iraq, Tirkiye, Sûriye, Ermenistan, Gurcistan û Ewrûpayê vedikole; û piştre behseke cuda dike li ser cemaeta nisbeten nû ya êzdiyên li Rûsyayê. Armanca beşê ew e ku, strûktûra civakî ya têkel a êzdiyan, her ligel sîstemên babik û eşîrtiyê, rave û safî bike. Agahiyên derbarê çar konfederasyonên eşîrên êzdiyanên mezin de dihewîne ku heta serê sedsala berê li ser erdê Împaratoriya Osmaniyan dijiyan û ji ber zorî û kutekan bêgav man koç bikine Ermenistan û Gurcistana îro. Girîngiyeke taybet heye li ser bikaranîna hindek têrmên eşîr û ocax û qebîlan, wekî ocaxên Şêx û Pîra û qebîlên Mirîdan. Dîn ne tenê bi rêka sîstemeke baweriyan belkî bi rêka sembol û rîtûelan jî tê îfadekirin, bi taybetî di tradîsyonên devkî yên wek êzdiyatiyê de. Ev cîhet û mijar hêjayî nirxandineke kûr û bi hurgilî ne, û di her du beşên muteakîp de bi hurgilî hatine vekolan. Beşa II li ser sembolîzma êzdiyatiyê fokûse dibe. Bê şik e ku êzdiyatî dewlemend e bo tradîsyonên sembolan. Nemaze ji ber êzdiyatî tradîsyoneke devkî ye, sembol ciyeke pir taybet digirin û roleke wan a esasî heye di fikr û boçûna êzdiyan a dinyayê de. Sembolên dînî dikare wekî pirên di navbera cîhana rasteqîne û cîhana tecrûbe û zanyariyên dînî de bê dîtin. Tevî tesîra mezin a dînên cîran, êzdiyan karî fikr û boçûn û nirxên xwe yên resen biparêzin: Bo nimûne, wan baweriya kevnare, luminous Tawisî Melek wek Xwedanê vê Dinyayê, û baweriyên din ên resen parastin. Hemû sembolên di vê gotarê de hatî nirxandin, dipeyitînin ku êzdiyatî wê prensîba hanê ya bingehîn piştrast dike ku Ronahî ji Dema Afirînê ve elementeke esasî bûye. Di beşa III de, “Rîtûelên Êzdiyatiyê”, pratîka dînî ya êzdiyatiyê di çarçoveya rîtûel û merasîman de hatiye vekolan, an ku bi rêka cilve xuyakirina baweriyê. Li vir, hinek merasîmên bi zarokan re elaqedar hatine nirxandin. Ew merasîm rola sêhr û rîtûelên “qenckirinê”, ji ber ku “qenckirin” tiştekî din e. Cem êzdiyan rîtûelên pakkirinê jî hene, cûda ne!) nîşan didin ku armanca wan rîtûelan ew e ku li mirov û hêzên sirûştî kar bike. Jê pê ve, nirxandinek li ser rîtûelên elaqedarî perestgeh û tiştên pîroz heye, her ligel rites de passage, rîtûelên têkildarî merhaleyên cihê yên çerxa jiyanê. Di dilê feraseta êzdiyatiyê de fikrên li ser mefhûmên zahiren dijî hev hene ku di eslê xwe de pir têkildarî hev in: Êzdî ferqê dixine navbera dinyayên pîrozwer û kufrê de lê hewl didin ku wan di nav aheng û hevsengiyê de bigirin. Rîtûelên êzdiyan dikare wek alavên guhestina agahiyên li ser nirxên sereke yên cemaeta êzdiyan, û fikr û boçûna wan a dînî, bêne dîtin. Ew gelek fer û bi kêr in bo hêsankirina têgihiştina dînê êzdiyatiyê. Di dawiya kitêbê de Ferhengokeke têrmên êzdiyatiyê hatiye dayîn. Di kitêbê de nexşeyek û wêneyên ji Kurdistana Iraqê, Ermenistan, Almanya û Rûsyayê hene. Kitêb xîtabî rojhilatnas, pisporên lêkolînên dînî, û xwendevanên elaqedarên lêkolînên kurdî, û lêkolînên dînî yên modern dike.


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: