Tirşik-Pirtûk

keçên dêrikê yên serserî

 Xelat Ahmed

 

 avesta


 2008


 kurmancî

 

 64

 helbest

 2014.12.08 20:45

 simurg56

 Zendên xwe di newqa şevê re bîne Ji xewna xwe newe xwar Gulên tu her sibeh jê çêdibî Çerxa xwe di heyamê min de dibin serî Navê te dikele min Careke din li min bizîvire Û mîna çiqilekî têr ber Bi ser min de were xwar Û pirteqalekê bi ser şevê de bigindirîne. Xelat Ehmed û ritma bîranînan .... Yekemîn çavlêdana li vê berhevokê dide xuyakirin ku X. Ehmed wek dîla bîranînan xuya ye. Bîranîn, wek têkilyeke civakî û mirovanî, dibe nişana çalakî û têkiliyên mirov, ji ber ku, wek zanyarên civakî dibêjin, pêjna hevdîtinan, danûstadinan, çûn û hatinan, rabûn û rûnişitinan, gerr û dîtinan ji bîranînan tê, wek çawa em li ba X. Ehmed jî dibînin ... ...helbestvana me, bi hukariya wan bîranînan, ji cih û demê jî hatiye birrîn, dem rawestiye, û haya wê ne ji xwe û ne ji tevgera demê heye. Ev yeka barê aferîneran giran dike, û wan dide ser riyên teng û bê kenar û kevî, eger ewana hefsarên alavên xwe baş li destên xwe negerînin, dê nikaribin bi serkeftin di wê riya teng re derbas bin. Gava X. Ehmed xwe dispêre bîranînan, bandûra neyênî, ku ev xwespartin dikare li zindîtiya derbirina wê bike, ji bîra nake, ji ber vê yekê ew yekser bi navenda bîranînên xwe re têkildar dibe, ew wî kesê, ku bîranînên xwe pê re ne, ji kûraniya buhêrekê dikşîne, li hember wî radiweste û pê re daxive. ... Naveroka pirên helbestên wê, ... bîranîn e, bîranîn, bi xwe çi şahî bin û çi şînî bin, di navbera hestên şînî re, bê hêrs, diherikin, çimkê mirov bala xwe dide her qoziyekê, her mofirkekê her goşeyekî wan bîranînan li ber çavan diçe û tê. Ev bêhêrsiya hestan di derbirinê de deng vedide û diyar dibe, û rê li pêş xebitandina kîtên dirêj, ku nîşana ritma hêdîn e, dûz dike. Bi baweriya me, ev yeka karînên helbestvana me, dide xuyakirin, ku ew berxwe dide, da hemî razên zimên ji bo aferîna xwe bi kar bîne. Lê tevî ku hêdîbûn û giranî berztirîn rûdawên şêweyê xeberdanê ye, lê ritma xeberdanê li ba helbestvana me, pirê caran, vê rewşê bi paş xwe de davêje û lezok xuya dibe... ... Ritma bîranînên X. Ehmed ne tenê xwe dispêre ritma xeberdanê û diyalogê, belê hin caran, nemaz gava ziman ji hêza xwe dikeve, û li hember derbirina wateyan jar dibe, hîngê ziman radiweste, û bêdengî dibe alava derbirinê. ... Ritme, wek ku Mihemed Sabir Ubeyd dibêj, numandeyeke (zahîre) dengdêr e, ne tenê bi dengan tê sînorkirin, belê bi ser de jî ev numande hemî hêmanên derdora xwe di xwe de dicivîne, ji ber ku taybetmendî û durvê dengan tenê di navbera bêdengiya, ku li derdora wan heye, re têne naskirin. Evê bêdengiyê jî hem roleke payebilind di avakirina ritma helestê de heye, û hem jî alaveke girine li ba helbestvaniya hemdem, ku hêmanê pêjinê di helbestê de xurt dike, û derî li pêş xwener li ser piştê vedike, da ew jî bibe hevpişkê afirandina helbestê. Lewre ev her sê xalên di pey xêza dawî, ya nimûneyê jorîn, re rêz bûne ne ji xwe berê ew cih girtine, belê berdewamiya wî perçê helbestê nîşan dikin, ku xwener dikare pê birame, û wê bidomîne. Ev cudabûna ritmê, ku lezokî û hêdîbûn tê de tevlihev dibin, û di navbera gelek cureyan re (xeberdan, diyalog, bêdengî ) diyar dibe, dikare ji hêlekê de pergala derûnî ya helbestvanê zor numa diyar bike, û ji hêla din de jî dikare dilsariyê ji derûnên xweneran birevîne, û wan ber bi xwendina helbestê de bikşîne. Weha diyar e, ku ritma helbestê ne tenê şûna kêşê dadigire, belê bi ser de jî delameta wê ya derûnî heye, ku dikare di navbera rengarengiya xwe re gelek razên pergala derûnî ya aferîneran wergerîne, û rola xwe di wekheviya her du hevokên agehî û helbestî de bide xuyakirin. Heyder Omer, www.pen-kurd.org, 19.08.2008


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: