Tirşik-Pirtûk

kewên birçî

 İsmail Dindar

 

 avesta


 0


 kurmancî

 

 104

 nayê zanîn

 2014.12.08 21:04

 simurg56

 Ji çîroka bi navê Kewên Birçî: Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek reşahî bû. Piştî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî: “Dayê, bê tiving, kew çawan têne girtin?” “Lawo, kew di berfê de nikarin bifirin.” “Çima di berfê de nikarin bifirin?” “Ku berf dibare, kew tiştekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin, hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin.” “Bavê min jî wan bi destan digre, ne wisa ye dayê?” “Erê lawê min, wisa ye, bi destan digrin, kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisa ne. Mirov jî wisa ne. Ku mirov jî birçî dimînin, ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle.” “Kewên birçî, nikarin bifirin. Kew, kewên birçî... Birçîbûn...” Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî, min goştê wan kewan nedixwar. Goştê kewên birçî...


Li tirşikê mijara pirtûkê nehatiye vekirin.
    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: