294
2014.12.09 23:24
Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd Etnografyaya Kurd ev serê sedsalekê ye bûye warekî dînamîk, ku gelek zanyarên biyanî û Kurd ên mîna Diakonoffê pisporê dîroka Medyayê, Minorskyê zanayê dîroka Kurdistanê, Bazil Nikitine, M. Emîn Zekî, Qanatê Kurdo, Turayev, Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt û Marr gelek xebat kirine. Nivîskarê vê pirtûka bi navê Kurd, Destpêka Dîroka Etnîkî ya Gelê Kurd, O. L. Vilcheviskjyê rojhilatnas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Sovyeta berê jî yek ji wan akademîsyenan e. Vilcheviskjyê ku bi Kurdî gelekî baş zanibûye, di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di dema Komara Kurd a Mahabadê de, li navçeyên kurdnişîn ên Îranê maye, wê hingê her çend hin raporên nehênî yên negatîv li ser tevgerên Kurdan ji Yekîtiya Sovyetan re nivîsîbe jî, beriya wê û piştî wê, wî bi dehan lêkolîn, pirtûk û bendên hêja li ser Kurdan nivîsîne, lewma jî girîng e di warê etnografyaya Kurd de wekî yek ji girîngtirîn kesan bê zanîn û xwendin. Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya Kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê Kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên Kurd. Dîroka etnîkî ya Kurdan warek e, ku pêwîst e xebatên gelekî dûr û kûr li ser bêne kirin. Ev pirtûka ji rêza Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê ji bo kesên ku bixwazin hê zêdetir li dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin destpêkeke girîng e. Berhema hêja, KURD, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd bi wergereke bêhempa û çak ya Zîya Avcı gîhaşt ber destê xwendevanê kurd.
1. Kurd kî ne? ~Dizanin ku li dinyayê nifûsa wan ji 50 milyonî zêdetir e jî lê dîsa jî ji gotina “welatê min tune”, şerm nakin. ~Dîroka xwe nizanin û hewcedariya lêkolînê hîs nakin. ~Dibêjin axaftina bi "t*rkî modernîte ye", ji ber vê yeke t*rkî dijîn û zarokên xwe t*rkî mezin dikin lê nizanin ku zimanê xwe yê zikmakî qir dikin. ~Nizane zimanê wî her roj winda dibe û bi axaftina piçekî kurdiya xwe a 'şikestî' xwe azad dihesibîne. ~Dizane ji yên ku di sala 1919’an de li Koçgiriyê, di sala 1925’an de li Şex Saîd, di sala 1930’an de li Zîlanê û di sala 1937’an de li Dêrsimê qirkirinên Kurdan qetil kirin, hez dike û di dema pêwîst de jî dizane bavê fikrê pêşverû bi nav dike. (bnr: kîne em?) |
|