80
2014.12.10 19:30
“-Mala we ava be, çima hûn Tirkan nas nakin? We Dewleta Romê li me kire Çiyayê Girîdaxê. Tu yê qey bibêjî em Tirkan, qanûna wan nas nakin... Eger cimaet hinekî dengê xwe bilind dike û li miqabilî qanûna Romê dertê, bi elbê re ew wê qanûna xwe diguheze, “rind li cimaetê dinihêre”. Lê wexta ku devê şûrê wî dibirre, cimaetê mîna gîhê bi kêlendiyê diçine. De tişt nabe, wext ê bê, cimaet ê ji binê wê “qencî”ya wan derkeve.” Ji Xatê Xanimê Li gel nivîskarê Hewarîyê, Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navê Şivanê Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, nivîskarê berhemên bi navê Morof, Gundê Mêrxasan û Şer Di Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi novela xwe ya bi navê Xatê Xanimê ve, beşek ji serpêhatî û qewimînên li bakurê welêt ên di sedsala 20. de, bi Kurdiyeke bi giyanê Kurdî yê jibîrbûyî ve girêdayî, bi riya jineke Kurd a wêrek a bi navê Xatê Xanim vedibêje. Bi novela Xatê Xanimê ya Eliyê Evdilrehman re, ya ku ji nava qulçên tarî yên kelepora me ya nivîskî de derdikeve û bi pêş de tê, xwendevan ê ji du tiştên serekî beşer bike. Yek, di kesayeta Xatê Xanim de rola jina Kurd di warê birêvebirina civakê de; dudu, girîngî û îmkana çêbûna yekîtiya Kurdan û di vî barî de, rola serekî ya çiyayên me.
1. Lehenga romana Eliyê Evdilrehman e, navê pirtûkê bi xwe jî heman nav e. Bi qasî tê bîra min yek ew e, a din jî Mestureya tosinê reşîd e ku serlehengên wan jin in... |
|
2. navê pirtûka eliyê evdilrehman e. di vê romanê de xatê xanim hêza jina kurd dide nîşan ,mijara vê romanê şoreşa jina kurd e. |
|
3. @şêr şêr e çi jin e çi mêr e kurteya vê romanê ye. |
|
4. Novela yanî romana (bnr: eliyê evdilrehman) e. Mijara wê, ji destê romê Xilaskirina Sultanê kurê xatê xanimê ye. Çaxa ku meriv dixûne, xwezaya devera Dersim û Êzirganê çiya bi çiya têne ber çevên meriva. Bi devoka serhedê va romanek li ser yekîtîya kurdên Dersimê hatiye nivîsandin. Ez pê zehf kêfxaş bûm * Çapa kitavê ya yekemîn, di sala 1968an da li Yêrêvanê hatiye derxistin. Çapa duduyan jî di sala 2012an da li Amedê ji aliyê weşanên lîsê va hatiye derxistin. 68 per e. Lê wextê ku meriv dixûne, meriv qe hiz nake ku xilaz be. Meriva ra mînanî 200 perî tê. Wisa xaş e. Kesên romanên dîrokî hez dikin gereka kesin bixûnin. Romanên yaşar Kemal ên Tirkî qat qat xaştir e û serkeftîtir e jî. |
|