Tirşik-Pirtûk

biyanî

 albert camus

 

 avesta


 2012


 kurmancî

 fransî

 160

 roman

 2014.12.07 09:00

 simurg56

 Kitêba Biyanî li dora fikir û ramana absurd û pelepûciyê çerx dibe. Beşê pêşîn ji dîtinên felsefî yên Albert Camus pêk tê. Lehengê romanê jiyanek bê mane, bê wate dijî û di bajarê xwe de, di mala xwe de, bi diya xwe û bi dostika xwe re, xerîb û biyanî ye. Di wateya pêwendiyên bi derve re nagihîje û valahiyeke mezin di can û giyanê wî de peyda dibe. Lehengê romanê dinyayê bê wate dibîne lê ji vê bêwatebûnê nareve, li mirinê an li xwekuştinê nagere. Hêviya tu bihuştê û tirsa tu xwedayî nêzîkî dilê wî nabe û heta roja dawîn ji temenê xwe, ji wê pelepûçiyê hez dike û bê bawerî li bendî kêliya xwe ya dawîn dimîne. Wergerek serkeftî Wergerek serkeftî Mînaka duyemîn a ji wergerek baş ji hêla Fawaz Husên ve ji Albert Camus “Biyanî” ye. Biyanî romanek felsefîk e, ziman zor e. Bi salan berê bi tirkî xwendina mina “Biyanî” gelek bi zehmet bû; ez baş tênegihîstibûm, min jê hez nekiribû. Niha Fawaz Husên bi kurdiyek gelek xweşik û herikbar ev berhem wergerandiye kurdî. Bi kêfxwesî di du rojan de min xwend û qedand û ji vê berhemê hez kir. Ez dixwazim wergerek Fawaz Husên a din mînak bidim. Ew jî klasîkek zarokan e ji nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupèry “Mirzayê Picûk” e. Ez panzdeh salî bûm min bi zimanî tirkî xwendibû û niha ez çi salî me, bi kêf û ços wekî zarokek, ciwanek lê bi zimanî xwe xwend. Bi rastî bi qasî ku tê bîra min wergera tirkî û ya niha bi kurdî min xwend da berhev a kurdî hê serkeftiye. Mîna ku di “Biyanî” ya Camus de ziman gelek delal û zelal diherike. Ev her du berhemên werger ên ji hêla Fawaz Husên ve hatin wergerandin çima, ji bo çi serketî ne ? Bi ya min, Fawaz Husên a yekem hakimê berhemên ku wergerandine ye; ji navaroka berhemê tevgeriye û wergerandiye. A ya duyem di pirtûkan de jî hatiye eşkere kirin ku werger ji zimanî berheman a resen hatiye wergerandin. Kazim Polat, Diyarname. 13.08. 2012


biyanî - Tirşik

biyanî


1. peyveke kurmancî. tê wateya xerîb, mirove ji welatekî xerîb. yan jî ecnebî*
bi tirkî: yabancı
bi ingilîzî: foreigner

*ji ber ku ecnebî peyveke erebîye û tê wateya "ehlê cunûb" zêde keyfa min jê re nayê.



2. li biyanistanan dijîn.. eger xerîb be li xerîbî û xurbetê dijîn.. di fîlmên western de kes hej van nake.. ya rast di tu fÎlman de kes hej biyaniyan nake.. ji ber her biyaniyek bivê nevê cih li binecihê cihê ku lê dijî teng dike.. û bi qewlê stranekî meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e.. ne wilo xezal?



3. navê pirtûka albert camus



5. nivîsa serê pirtûkê pirr têsîr li min kiribû ji ber ku min tirkî xwendibû naxwazim li vir binivîsim..



7. navê pirtûkeke rind ya Albert Camus û fîlmeke nerind ya zeki demirkubuz e.



8. ew ji hêla fawaz hûsên ve hatiye wergerandin û pirr baş jî hatiye wergerandin. min berê xwendibû, lê xwendina bi kurdî, bi wergerka wiha re, hîn xweştir bû.



10. pirtûkê ku xwedî felsefekî fonksiyonel e.

bi min re ramanekî wusa çêbûye ku heke yekî/ê vê pirtûkê bixwîne û îlhamê ji vê bigre, êdî fobî ya sosyal jê re heram e. lewra, pirtûk bi awayekî efsûnî nîşan dide ku ji ber mirin heye jiyan fenomenekî absûrt e; em ê tew rojekî bimirin û ne xem e ku ev roj îroj be an jî siba. bi vê maneda, dema ku yekî/ê li civînekî de axaftinekî giring (wek ya teslîm kirina tezê zanîngehan) pêşkeş bike û vêgavê vê felsefeyê absûrtî ya jiyanê bêne bîra xwe, bibêjê "heylo, dibe ku tu yê çendek şûnde bimirî, çi giringîya wan kesên ku te temaşe dikin heye ka bi dilêkî rihet xwe îfade bike" wêca wî/wê peyivînekî serketî derpêş bike.

ev ê jî fantazîyekî min ê bikêr e ku bestê xwe ji vê pirtûkê digre.



12. pirtûka biyanî li dora ramana absurdê digere. ew beşê pêşî ji dîtinên albert camus li ser mirov û li ser bêwateyiya dinyayê bi gewde dike. lehengê pirtûkê bêyî ku bizanibe, jiyaneke bêwate dijî. lê rojekê, gava pirsa "çima?" ji xwe dipirse. ew bi rastiya vê bêwateyiya jî dihese. bersiva vê pirsê rastiyeke mezin di rûyê wî de vedike û wisa jî valahiyeke mezin di nava wî de peyda dibe. lê ev mirovê han ji qedera xwe nareve û bi ser de jî ew bêtir ji jiyana pûç hez dike. ji ber ku ew bi ser rastiya tiştan ve dibe. ew dibe mirovekî biyanî. di mala xwe de. di bajarê xwe de ew xwe kesekî biyanî û bêpêwendî dibîne.



13. Bi wergerandina fawaz husên di sala 1995 an de ji Weşanên nûdem çap bûye!



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 83.5
pûanê bide pirtûkê: