1. navê helbesteke kamuran alî bedirxanî ye.
yunus dişkaya zehv xweş şirove kiriye.
vîdyoyê veke
ne tîr û ne xencer bû
ne mar û ne ejder bû
bihna gulê ez kuştim
ne şûr û ne şeşder bû
ne kanî ne robar e
dinê êvar û sar e
rûyê gulê ez kuştim
erd evraz e û xwar e
dinê bêdeng û zer bû
û tirba min li der bû
çavên gulê ez kuştim
ne êriş bû ne şer bû
çiya berf û dûman e
gul û sosin ne mane
rengê gulê ez kuştim
yê dimire beran e
gulê bêdil û bê can
gulê hakim û siltan
sînga gulê ez kuştim
gulê rovî û şeytan
gulê bêdeng û bênaz
gulê bêkir û awaz
dengê gulê ez kuştim
gulê govend gulê saz
herwiha rojdayê jî şirove kiriye.
lê zêde xweş nexwendiye bi ya min..
eva jî şiroveya rojdayê:..
vîdyoyê veke
|