Tirşik-Pirtûk

mîrzayê piçûk

 Antoine de Saint-Exupéry

 Fawaz Husên

 avesta


 2011


 kurmancî

 fransî

 108

 çîrok

 2014.12.07 09:35

 simurg56

 Di nav berhemên Antoine deSaint-Exupéry de, pirtûka MîrzayêPiçûk berhemeke yekta û bêhempa ye. Ew dinav van serdemên hovîtiyê de xewneke nazik e, sirûda evîneke xemgîn e. Di vêpirtûka ku cîhekî taybetî di nav berhemên nivîskar de distîne, Saint-Exupérydixwaze bibêje ku her kes dikare li balefira xewnan siwar bibe û rastî mîrzayêdilpakiyê bibe. Her kes dikare xwe ji rojên reşbînî û zordariyê biparêze ûvegere rindiya zarokatiyê. Mîrzayê Piçûk ji bo zarokan hatiye hûnandin, lê ew dikare mezinan perwerde bike û wanji reh û koka wan ve bihejîne. Da ku em bidin xuyakirin çiqas cîhê vê pirtûkêdi nav edebiyata cîhanê de mezin e, ew hatiye wergerandinî bêtirî du sed zimanû zarav û devokan û bêtirî 80ê milyon nusxeyan jê hatine firotin. Fawaz Husên Incîleke bê Xweda: Mîrzayê Piçûk Pirtûka ku yek ji pirtûkên navdartirîn a cîhanê ye û heya îro zêdeyî 80 milyonî çap bûye û ji bo 180 ziman û zaravayî hatiye wergerandin, di heman çaxî de jî, yek ji wan pirtûkên ku herî zêde hatiye çapkirin û firotin e. Piştî Încîl, Qur’an, Manîfestoya Komunîzmê û çend pirtûkên din, bêguman Mîrzayê Piçûk mohra xwe li edebiyata cîhanê daye û li her deverê cîhanê, xwedî komeke mezin a hezkiriyan heye. Lê ne tenê mîna pirtûkê hatiye pêşberî hezkiriyên xwe. Herweha weke şano, opera, xêzeroman, bale, lîstika qomputirê, stranên muzîka qlasîk, rêzefilm, leyistika bukokeyan… Û mirov dikarê muze û peykerên Mîrzayê Piçûk heya li Japonyayê jî bibîne. Gelo çima ev pirtûk pir hate xwendin û hezkirin û hîn jî wisa ye? Pirtûka ku bi şêwe, ziman û naverokê dişibê berhemeke wêjeya zarokan, çima ji hêla mezinan ve jî tê xwendin? Çi taybetiyên wê hene gelo? Piştî xwendineke pirhêlî a li ser Mîrzayê Piçûk, ez gihiştime hinek fikr û encaman. Lê berî ku derbasî berhemê bibim, ji bo fêmkirina berhemê ez pêwistî bi danasîna nivîskêr û dema wî dibînim. Ji ber ku gelek bûyerên di pirtûkê de a raste rast bi jiyana nivîskêr ve jî girêdayîne. Nivîskar Antoine De Saint-Exupéry (1900-1944), ji zaroktiya xwe ve, elaqeyeke mezin dide firînê û tim mîna armancekê firîn ciyê xwe di dilê wî de dihêlê. Di sala 1921ê de di çaxê serbaziya xwe de tamîra balefiran dike û hînî ajotinê jî dibe. Lê ji bo ku xeyala xwe pêk bîne divê şeş salên din jî bisekine. Di dawiyê de dibe pîlotê ku nameyan digerîne li gelek welatên Amerîka û Efrîqayê. Pêşî ji Fransayê nameya dibe Qazablankayê û ji wir jî ji ser Sehrayê re dibe Senegalê. Di sala 1928an de pirtûka xwe ya yekemîn Nameyên Başûr dinivîsê û gelekî serkeftî dibe. Dest bi rêwîtiya Arjantînê dike êdî. Romana duyemîn a bi navê Fira Bi Şevê di sala 1931ê de çap dibe. Erda Mirovan, pirtûka sêyemîn di sala 1939an de çap dibe û xelata aqademiya Fransî werdigire. Şerê duyemîn ê cîhanê dest pê dike û bi vî şerî pir diêşê. Balefirvanê Cengê û Nameyek ji bo girtiyekî li Amerîkayê dinivîse. Di dawiyê de di sala 1943an de Mirzayê Piçûk diqedîne. Û paşî jî vedigerê Cezayîrê û tevlî hevalên xwe yên balefirvaniyê dibe û dest bi gerandina nameyan dike. Di 31ê Tîrmeha 1944an de çaxê ji ber balefirên almanan direve, şopa wî winda dibe û heya sala 1998an gava masîvanekî marsilyayî, bazinê ku aîdî Saint-Exuperry dibîne, ti xeber jê nehatibûn standin. Piştî lêkolînên mezin û berfireh yên li wê herêmê di sala 2004an de balefira wî tê dîtin. Lê helbet sedî sed em nikarin bêjin ku ji ber balefirên almanan miriye. Nivîskarê ku balefirvanî ciyekî mezin di jiyan û berhemên wî de digire, di Mîrzayê Piçûk de jî şopeke firînê ya mezin heye. De em guh bidine wergêrê pirtûkê Fawaz Husên bê çi dibêjê di derbarê pirtûkê de û derbasî analîza wate û sembolên pirtûkê bibin: ”Ew di nav van serdemên hovîtiyê de xewneke nazik e, sirûda evîneke xemgîn e. Di vê pirtûka ku ciyekî taybet di nav berhemên nivîskêr de distîne, Saint-Exupéry dixwaze bibêje ku herkes dikare li balefira xewnan siwar bibe û rastî mîrzayê dilpakiyê bibe. Herkes dikare xwe ji rojên reşbînî û zordariyê biparêze û vegere rindiya zarokatiyê.” Gelo birastî jî pirtûka Mîrzayê Piçûk xewneke nazik e ango pirtûkeke îdeolojîk e ku xwe spartiye siya nazikiyê? Berhema ku di sala 1995an de ji aliyê weşanxana Nudemê ve derketî, dîsa ji aliyê heman wergêrî ve ji bo weşanxana Avestayê dîsa bi nêrîneke nûjentir hate amadekirin. Wergêrê ku em wî bi berhemên wî yên gellekî hêja Amîdabad, Parîsabad û Barê Şevê nas dikin, diyare ku kedeke mezin daye vê berhemê û em ji wî zimanê dewlemend û efsunî yê Mîrzayê Piçûk bêpar nehiştine. Ji ber ku bi taybetî ji bo fêmkirina vê berhemê, ew aheng û efsûniya zimanê çîrokê gelekî muhîm e û em dikarin vê yekê di vê wergerê de bibînin. Nivîskarekî pisporê kurdî û fransî hew dikarê ji heqê vê wergerê derkevê. Helbet şanaziyek e ji bo min ku em êdî berhemên cîhanê bi wergerên serkeftî û bi te’m bi zimanê xwe dixwînin û xwe hewceyî zimanên din nabînin. Pirtûk hîn di serî de, di beşa yekemîn de bi nîqaşeke mezin ku di navbera mezin û piçûkan de derbas dibe, dest pê dike. Wêneyê pêşî yê ku vebêjer xêzkirî, marekî stur e ku fîlek qurtandiye ango kumek e. Vebêjerê me ku pir dişibe nivîskêr jî, wêneyekî çêdike ku di xeyala wî de marekî stûr e û fîlek qurtandiye lê vê bi mezinan nade fêmkirin. Çavê mezinan têra dîtina hundirê mar an kum nake. Her gava ku ji mezinekî dipirse bersiva kum digire. Li vir bi ya min, ev ne tenê dijayetiyeke di navbera cîhana nazik a zarok û empîrîzmeke jiyana mezinan e jî. Kûr fikirîna cîhana safiyê û piralî û cîhana kor û yekalî a mezinan. Şîretên mezinan tên li pey axaftinên li ser wêneyê marê fîlqurtandî. “Guhê xwe bide zemînnasiyê, dîrok, hesab û rêzimanê.” Têkçûna xeyalekê bi xwe re tînin ev şîret. Şerekî mezin î li dijî rasyonalîzmê ye di rastiya xwe de. Jixwe divê xwendekarê Mîrzayê Piçûk, dema nivîsîna vê berhemê û dîroka Ewropa ya wê rojê bide ber hev û du. Şerê cîhanê ê duyemîn, baweriyên mirovan û hêviyên wan dişikîne ji bo cîhaneke nû. Nirxên heya wê rojê têne hilweşandin. Ji ber ku bi milyonan insan têne kuştin di vî şerî de. Nivîskar li riyeke nû ya ku xîtabî giyanê mirovahiyê dike, digere. Pirtûka ku tim fikrên nû li ber xwendekêr vedike, di her dubarekirinê de deriyekî cîhaneke nû jî vedike. Birastî jî her gava ku min ev pirtûk xwend, bi aheng û rîtma peyvan û fikran mîna cîhaneke efsûnî dihate ber guhê min jî. Ji vê hêlê ve hêzeke mezin a bandorker di vegotina vê pirtûkê de heye. Mîrzayê Piçûk ê ku mîrzatiya wî ne ji mal û malbatê lê hew ji dilpakiya wî tê, jixwe, xwe mîna xwediyê gêrestêrka xwe nabîne tucarî. Di ramanên wî de serdestî û xwedîlêderketin nîne. Hew hezkirin heye. Hezkirineke bi berpirsiyarî heye. Di gerduna bê ser û ber de dixwaze gêrestêrka xwe bi eleqe, ked û hezkirineke mezin biparêzê. Lê berevajiyê vê yekê, di dema nivîsîna berhemê de, dinyayê bi çavê serê xwe dît bê hovîtiyeke nedîtî li Ewropayê çawa dixwest gêrestêra me bixe bin destê xwe. Lê ne bi dilpakî û hezkirinê lê bi komkujiyê. Mîrzayê Piçûk, bi porên xwe yên zêrîn, bejna xwe ya kin û rûyê xwe yî saf î bi paqijiya zarokekî mîna şewqekê dikevê Sehraya Efrîqayê ji gêrestêrka xwe ya piçûk. Helbet ez ê vegerime ser rêwîtiya wî ya dirêj heya digihê Dinyayê û hevdîtina wî ya bi vebêjerê me re lê berî vê yekê ez dê vegerime ser tenêtiya vebêjerê me. Balefira wî xera dibe di nîvê Sehrayê de û ava wî herî zêde têra heşt rojan dikê û bi hezaran qonaxan î durî gundê herî nêzîk e. Du rê li pêşberî wî ne. Tamîrkirina balefira wî ango mirin. Di demeke wiha ya bêhêvîtiyê de bi dengê zarokekî hişyar dibe. Di wê sehraya ku bi hezaran qonaxan ji bajara dur, bi dengê zarokekî hişyar dibe, bi dengekî bê tirs. Pêşî bi dîtina xwe bawer nake. Bi şaşmayîna vebêjer re, Mîrzayê Piçûk hew dibêjê “Ka ji kerema xwe… wêneyê berxekî ji min re bikêşe” (bikêşe, peyva wergêre ku min ê “xêzkirin” ango “çêkirin” tercîh bikira). Li vir tecrubeya nivîskêr a xêzkirinê digihê hewara me ku wêneyê Mîrzayê Piçûk piştî gelek salan ji me re xêz dike (r.21), derfeteke mezin dide wêjeya zarokan jî. Çaxê nivîskar ê wênesaz heman şexs in, harmoniyeke mezin di navbera metn û xêzan de çêdibe. Ev jî avantajeke ji bo berhemê bêguman. Vebêjer jî piştî daxwaza Mîrzayê Piçûk a dubareyî wêneyê xwe yî tekane ê marê stûr xêz dike de Mîrza dev jê berdê lê ji nişka ve Mîrza dibêje ku ew wêneyê marekî stûr ku fîl qurtandiye naxwaze, ew tenê berxekê dixwaze, vebêjer matmayî dihêlê… Û rêhevaltiya wan dest pê dike. Mîrzayê piçûk î ji gêrestêrka B-612ê ye. Ew cara pêşîn di sala 1909an de ji hêla stêrnasekî tirk ve tê dîtin lê bela ku wî stêrnasî cilên gelêrî li xwe kiribûn, tu kesî jê bawer nekiribu. Lê li gorî agahiyên di pirtûkê de, dibêjê ku dîktatorekî tirk li gelê xwe mecbur kir ku cil û bergên ewropiyan li xwe bikin û stêrnasê tirk jî cil û bergên xwe guherandin, êdî herkesî jê bawer kir. Helbet berî ku derbasbûna nîqaşa vî ramanî, dixwazim xeletiyekê rast bikim. Ev dîktatorê tirk ku tim Ataturk tîne bîra mirov xwediyê nezelaliyekê ye. Armanca min ne ku dîktatoriya Ataturk bikime mijara rexneyê, lê dema ku stêrnas fikrê xwe dayî qebulkirin û fermana cilguhertinê li hev nagirin. Li Tirkiyê ev ferman di sala 1925an de dest pê dike û heya 1934an, tevlî nîqaş û rexne û serhildan û dijderketina, bi giştî dibe zagon. Lê ji ber vê peyva “dîktator” ev berhema hêja ji hêla wezareta perwerde ya Tirkiyê ve, hîn jî nakevê nav lîsteya sed pirtûkî ya xwendinê. Lê ez ê vê mijarê li vir bihêlim û vegerime ser cil û bergên stêrnas ku rexneyeke mezine li dijî fikrê navendî ê Ewropayê ye ku zanînê û cil û berga an zanîn û ewropîbûnê di heman astê de digirin û nirxên ku durî zanîna wan bin, yekcar kêm û xelet dibînin. Helbet divê em vê di şertên modernîzma heya nîveka sedsala 20. ku pakî û zanist û rastiya bêguman a pozîtîvîst ku hovîtiya şerê duyemîn ê cîhanê bi xwe re anî, bibînin. Di berdewamiya berhemê de wiha dibêje: ”Ew ji hejmar û numreyan hez dikin. Ew li ser tiştên bingehîn napeyivin. Napirsin ger filankes ji çi hez dike, dengê wî çawa ye, gelo pinpinîka dide hev an na? Hew pirsên hejmarî dipirsin. Gelo ew î çend salî ye, bavê wî çiqas pereyan werdigire… Û hew bi vê bawer dikin ku ê insanan nas bikin. Ev tev nîşaneyên ku mirov çawa ji hestên dilpakiyê dûr e, çiqasî xwediyê mêjiyekî mekanîk û pragmatîk e. Hezkirin, xweşikî, hevaltî û paqijî hew tiştên bêqîmet in. Ji bo mezinan taybetiyên estetîkî û derunî ne giring in, hejmar xwediyê giringiyê ne lê ji bo ku em Mîrzayê Piçûk fêm bikin, divê em qîmetê nedine hejmara û guh bidine kurahiya dil. Li dijî kapîtalîzmê ye. Ji niha û pê de, êdî Mîrzayê Piçûk bi jiyana xwe ya balkêş û sembolên kûr dest bi rexneyên bingehîn ê dema xwe dike lê ne bi zimanekî tuj î sar lê bi dîtina mîrzayekî piçûk î dilpak, bi dîtina wî ya kûr, zelal. Ji vebêjerê berhemê re dest bi gotina çîroka xwe ya hatina Dinyayê dike ko ji gêrestêra wî dest pê dike. Gêrestêra Mîrzayê Piçûk B-612, gêrestêreke ûtopîk e berî hertiştî. Giyayên baş û nebaş, çiyayên agirîn, gula sor, darên baobabê…* Hertişt mîna metaforên felsefî xwedî nasnameyekê ne divê gêrestêra pir piçûk de, lê hestên Mîrzê ne hestên xwedîtiyekê ne, evîndariyeke, delaliyeke ber dilê Mirzayê Piçûk e gêrestêra wî û dixwaze wê biparêzê. Jixwe ji vebêjer dipirsê ma gelo berx dikarin darên baobabê bixwin. Helbet dibêjê vebêjer û nû têdigihîjê. Kêfa wî tê ji ber ku ev berxa ku ji vebêjer xwest ku xêz bike, ê gêrestêra wî biparêze ji darên baobabê. Darên baobabê li Efrîqa û Asyayê peyda dibin û cureyekî darê ye ku pir zû mezin dibe. Di mîtolojî û çîrçîrokên Efrîqayê de pir behsa vê darê dibe ku ji ber ku bêdiliya Xwedê kiriye, Xwedê ew avêtiye Sehraya Efrîqayê. Li gorî vê baweriyeke din jî, dema ku dara baobabê pelên xwe dihilweşîne, gava ku herî zêde reşikên wê herêmê dimirinin û çaxê dar pel digire jî gava ku herî zêde ewropiyên wê herêmê dimirinin.* Mîrzayê Piçûk dizane ku ev dar dibe ku bigihê gêrestêra wî, ger şîn bibe ê gêrestêra wî tev bigire. Lê li xwe mikur tê ku heger berxek daran bixwe ê karibe gulan jî bixwe. Gula wî ya sembola safiyê tê bîra wî. Û fikrê ku berxa wî ê gula wî ya tekane ku mînakên wê li tu deveran nînin ê bixwe, wî gelekî xemgîn dike û dibe kur kura giriyê wî. “Welatê hêsiran pir veşartî û sirdar e”, dibêjê. Taswasa pêşerojeke li ser “belki”ya avakirî, Mîrzayê Piçûk xemgîn dike. Ji ber ku gula sor evîndara wî ye. Vebêjer di dawiyê de dihundirê qotiyekê de berxekê ji Mîrza re çêdike. Helbet dîsa hundirê qotiyê nexwiya ye lê kûrnêrîna Mîrzê û fikrê berxeke di hundirê qotiyê de ku ê nikaribe gula wî bixwe, kêfxweşiyeke mezin dide Mîrzê. Bi ya min ev metafora qotiyê, wateya dîtina bi riya hîs û xewnan e, cîhana metafîzikî ye ku wek dîtineke giştî ya rastiyê tê binavkirin. Metaforeke din a balkêş jî, roavayên gerestêrka wî ne. Ger bixwaze roavayê bibîne, pêşdebirina kursiyê xwe bi çend gava, bes e ji bo roavayeke nû. Demên herî baş ji bo giyanê wî ev demin û pir ji vê demê hez dike. Guherîna pir zû ya rojê, guherîna rastiyê, dîtinên cihêreng tîne holê. Mîrzayê Piçûk dibêje ku, carekê, di rojeke min e xemgîn de, min çil û sê cara li roavayê temaşe kiriye. Lê ji bo dîtina deverên nû, mecbur bu xatirê xwe ji gula xwe bixwaze. Ji gêrestêra xwe û gula xwe xatir xwest û dest bi rêwîtiya xwe kir. Serdana pêşî ji bo gerestêra qralekî bu. Qralekî ku xwe mîna qralê hemu gerdûnê didît. Qralê stêran, gêrestêran, mirovan… Û dixwaze Mîrzayê Piçûk bike wezîrê dadmendiyê lê Mîrza dibêje ku kesekî ku hukim lê bikim nîne. Qral dibêje ku naxwe tu ê li xwe hukim bike. Ji xwe hukimkirina herî zor jî ev e, dibêje qral. Pozbilindiyeke mezin a serdema “qralên” dema nivîsîna berhemê ku dixwestin bi zordariyê cîhanê bikin bin destê xwe, bi qral re heye. Di gêrestêrka duyemîn de mirovekî pir xwepesend heye. Herkesî mîna heyran û hişmetkarê xwe dibîne. Hew gotinên xweş dibihîze û xwe weke mirovê herî xweşik, levhatî û dewlemend dihesibîne. Gava ku Mîrzayê Piçûk ji dûr ve nêzîkî wî dibe, di cî de dibêje ku va ye heyranekî min hat. Û helbet pirsên ku Mîrza jê dike ji bo fêmkirina rewşa wî jî qet nabihîze. Di gêrestêra sêyemîn de jî araqvexwirek hebû. Îş û karê wî vexwarina araqê bu. Çaxê Mîrzayê Piçûk jê pirsî bê çima vedixwê, bersiva wî pir balkêş bu; “Ji ber ku ez şermezariya vexwarina araqê ji bîr bikim araqê vedixim.” Jiyana wî araqvexwirî a ku ji dubarekirinê pê ve ne tiştek e, Mîrzayê Piçûk xemgîn dike. Xwediyê gêrestêrka çaremîn jî karmendek e. Karmendekî ku xwe di nav karê xwe de winda kiribû ku dema wî tunebu serê xwe rake û xwe bi hesta xwedîtiya her tiştî sermest dikir. Her roj stêrkan dihejmêre û li wan xwedî derdikeve. Her çiqas xwedî lê derketin bi kêrî tu karê wî nedihat jî, ji hejmartin û hesabkirinê pir hez dikir. Ji derdora xwe û xweşikatiyê re çavê xwe girtibu. Stêrk di hejmartin, dinivîsand û kaxez jî dikire qaseyekê de. Mîrzayê Piçûk dibêjê ku ez xwediyê gulekê me û ez her roj wê av didim û ez xwediyê sê agirdizame û ez wan paqij dikim lê tu ji bo stêrkên xwe çi dike gelo? Bê bersiv dimîne ev pirsa wî. Rexneyeke tuj a li dijî rêbaza kapîtalîzmê ye ku hew li ser bidestxistineke bê ked û hezkirin e. Mîrzayê Piçûk fêm nake bê çawa karmend bê hezkirin xwe wek xwediyê van stêrka dibîne. Û mirovê karmend tim dibêjê “ez mirovekî cidî me.” Dema min ji karên din re nîne. Gêrestêra pêncemîn a herî piçuk e. Li ser vê gêrestêrê hew stuna çirayekê û mirovê wê pê dixe heye. Pirsgirêka vê gêrestêrê ew e ku her deqe rojek diburê û karmendê çirayê mecbur e vî karî bê qisur bike. Di nava deqeyekê de divê çirayê pêxê û vemirîne. Pirsgirêka wî, gêrestêr her roj zûtir dizîvire lê şertên karkêr nayê guhertin. İroniyeke mezin heye di vê çîrokê de birastî. Burokrasiya civakî dike ku şertên jiyan û demê bi hev re neyên guhertin. Qaîdeyên ku ji bo jiyanê hêsantir bikin, ger dur î êqil bimînin û têkiliya xwe bi jiyanê re qut bikin ê hukm li ser mirovatiyê bikin. Lê dîsa Mîrzayê Piçûk kêfxweş e ku ev mirov nas kiriye û karê wî ji ê mirovên li gêrestêrkên din qîmettir û watedartir e. Gêrestêra şeşemîn bi deh qatan ji ya berî xwe mezintir bû. Mirovekî kal ku pirtûkên qerase dinivîsandin runiştî bu. Erdnîgarnasek e. Bi baweriya wî, ewqasî karekî cidî û mezin dike ku divê qet ji ciyê xwe ranebe. Lê çaxê Mîrzayê Piçûk pirsa gêrestêra wî, oqyanus, çiya, bajar, çem û biyabanên li gêrestêra wî dike û diwaze hîn bibe, erdnîgarnasê “ciddî” qet yekê jî nizane. Erdnîgarnas e lê derheqê derdora xwe de tiştekî nizane. Li vir jî portreyeke li dijî aqedemisyenên ku çavê xwe ji civaka xwe re girtine û xwe hepsî buroya xwe kirine heye. Gêrestêra heftemîn û a dawiyê jî Erd e. Di serî de vebêjer hejmarên qral, erdnîgarnas, karmend, xwepesend, araqvexwir ên ku li ser Erdê dijîn dide ku hejmarên pir mezin in. Tê xwiyakirin ku ew gêrestêrên piçûk ê berê hew weke minyaturên Erdê ne û her şeş gêrestêrê piçûk hew Dinyayek jî nake. Di gava pêşî ya li ser Erdê de, Mîrzayê Piçûk li marekî zer rast tê. Mar dibêjê ku kesê ez destê xwe li wan didim, vedigerînime axa ku jê hatin lê tu yî paqijî û ji stêrekê ketiyî. Tu kirêtiya erdê negihiştiye te hîn. Mar şewqa wî fêm kiriye û dibêjê ger tu rojekî bixwazî vegerê gêrestêra xwe ez dikarim alîkariya te bikim. Helbet Mîrzayê Piçûk, rastiyê ne bi çavê xwe dibîne. Ew kesp û feraseta wî ne xitimiye û rastiyên li paş kiruyan dibîne. Mîrzayê Piçûk ku hew agirdizên xwe yên ku dihatine çonga wî dizanîbu, zinarên bilind dibîne. Difikirê ku heger biçe serê wan ê mirovan tev bibîne. Lê tu kes nedît û dengê kesî jî nebihîst çaxê hilkişiya serê zinêr. Ji bilî olana dengê xwe. Ev rewş bi nezanî, axaftina jiberkirî û neafirîneriya wan a gotin û fikrên nû re şîrove kir. Rêwîtiya xwe berdewam kir. Gihişte riyeke nû. Fikirî ku tim rê mirovan digihînine hevdû. Li pey şopa wê riyê çû heya gihişte bexçeyekî gula. Dibîne ku bi hezaran gulên sor ê wek gula wî hene li vir û hêvî şikestî dibe. Ji ber ku gula ku jê hez dikir, bi ser de dire’elî, ne tekane ye di gerdunê de. Di wê gava xemgîniyê de, roviyekî slav lê kir. Mîrzayê Piçûk jê pirsa hevalekî kir. Wî jî got ko heger tu min kedî bike, ez dikarim bibime hevalê te. Wî çaxî tu yê ne ji hezaran zarokan be ji bo min û ez ê ne ji hezaran roviyan bim ji bo te. Em ê ji hev re taybet bin û em ê hevalê hev bin. Kedîkirin nîşaneya hevalbendî, hezkirin û watedayînekê ye. Rovî yekî aqilmend e di vê çîrokê de. Ne yekî xirab e. Rovî didomîne, mirov êdî ji hev dûr dikevin. Bes hevdû kedî dikin êdî. Hertiştê xwe jî hazir distînin ji bazirganan. Lê “heval”ên firotinê nînin di destê van bazirganan de. Ji ber vê yekê jî yê di nav tenêtiyeke mezin de ne mirov e li vê Dinyayê. Lê çaxê kedîkirina rovî, êdî rovî dibe tekane ji bo Mîrzayê Piçûk lê di çaxê veqetandinê de rovî pir xemgîn dibe. Rovî şîretên mezin dike û dibêjê, “ziman sedema xeletiyên fêmkirinê ne.” Ev cî dide giringiya kirinan lê ne gotinan. Û didomîne “tiştên serekîn bi çavan nayên dîtin.” Axaftina Mîrzayê Piçûk bi rovî û gulan re, riyeke nû ji bo hezkirinê vedike: Hezkirin, baldarî, ked, berpirsiyarî û miqatebûnê. Hunera hezkirina Mîrzayê Piçûk di vê rêzê de veşartiye. Di roja heştemîn de, êdî ava wî qediya û balefira wî dîsa xebitî. Êdî fêm kiribû ku dema veqetandinê hatiye. Helbet her veqetandinek xemgîniyekê jî bi xwe re tîne. Lê bi pêvedana marê zer, Mîrzayê Piçûk vedigerê gêrestêra xwe bi awayekî trajîk. Mirinê dide berçavê xwe ji bo bigihîje gula xwe. Di vê berhemê de gelek rengên giring ê portreya cîhanê diraxîne ber çavê me vebêjer. Cîhaneke bê wate û hov. Ji hestan û zanîna bi dil dure û bawerî bi aqilê xwe tîne. Bi trênan û balefiran qonaxan nêzîkî hev dikin lê ji hurguliyên rastiyê dur dikevin. Çîroka Mîrzayê Piçuk ku zêdetir dişibê çîrokeke wehiyê, a di rengê pirtûkeke pîroz de ye. Bi hikmet û gotinên kûr û felsefîk ko pir têne bikaranîn û şêweya axaftina Îsa ko dişibê diyalogên Incîlê, parastineke felsefeya baş î mirovatî û evînê ye. Riya baş û evîn, mesaja sereke ya pirtûkê ye. Dîtineke kurbînî ya pêxemberane li cem Mîrzayê Piçûk jî heye. Jixwe di roja hefta de digihe Erdê û di roja heftan de bi xwesteka xwe diçe ango difire ko ev jî dibe wek semboleke avakirina gerdunê. Xaleke din jî bikaranîna marê zer e ko di xiristiyaniyê de weke lawirê “le’netkirî” tê zanîn ko Hewwa û Adem xapandibûn da ji bihuştê bêne qewirandin, bi pêvedana marê zer, Mîrzayê Piçûk difire û vedigere gêrestêra xwe. Dinyayê diterikînê. Wekî din, axaftina Mîrzayê Piçûk a bi gul, rovî û mar re û dîtina avê di Sehrayê de dikarin weke mucîze bêne nirxandin. Wekî din tîbûna Mîrzayê Piçûk ku dişibe tîbûna Îsa ya gava dawiyê berî ku bimire. Îsa jî çaxê fêm kiribu hertişt qediyaye, av xwestibû. Metaforeke mezin e av ku tê wateya zanînê, êdî di gava dawiyê de jî hîn tê xwestin. Jixwe pirtûk bi giştî xwedî mesajên gerdûnî ye. Heya îro tukes li dijî mesajên wê derneketiye û herkesî jê hez kiriye. Ma kî dikarê bi awayekî teorîk li dijî evîn û hevaltiyê derkevê. Di salên 60 û 70yî de berhemeke destan bû ji bo hîppiya û heya te dikarîbu di destê komunîstan de jî bibîne. Ji ber ku herçiqas xalên olî tê de pir hebin jî berhemeke bê Xweda ye. Sinca xiristiyaniyê girtiye destê xwe lê Xweda na, ango Incîleke bê Xweda ye. Belkî em karibin peyva “postxristiyaniyê” ji bo vê berhemê bikar bînin. Lê helbet divê em ji bîr nekin ko rexneyeke civakî jî dihonê di hundirê xwe de. Bi taybetî di gerên xwe yên gêrestêrên din de. Belkî ev pirtûk herî zêde xîtabî kesên ku naxwazin bibine oldar û girêdayî sazî û cema’etên olî bibin lê bêriya olekê dikin, dike û riyeke nû ji wan re vedike. Lê hinek xalên ku wî ji Îsa dûr dixe jî hene. Wek mînak, Mîrzayê Piçûk bêbav e (di baweriya xiristiyaniyê de bavekî Îsa heye), nehate kûştin û heya dawiya emrê xwe ê zarok bimîne. Û dev ji hezkiriyên xwe berdide (vebêjer, rovî, gul). Di berhemêde hest, hîskirin xwedî giringiyeke mezin in. Jixwe berhemeke kin e, zu tê xwendin lê dîsa jî xwendevên hîpnotîze dike. Zimanekî wê yî taybet û herikbar heye. Ev serkeftineke kurdî û Fawaz Husên e jî ko ev zimanê taybet hatiye parastin. Di berhemê de sê xal (…) pir hatine bikaranîn. Nêzîkî du sed carî. Hurguliya nade, dawiya hevokê li benda xwendevên dihêle. Ev şêwe giringiyeke mezin dide berhemê. Wekî din hem berhemeke “kitsch” e ku tim hêviya pêşerojeke baş dide me. Metaforên ku afirandî wek zarokekî por zer, berx, gul… (Ev porzeriya Mîrzayê Piçûk dibe ko bibe metaforiya kolonyalîzma ku Fransayê dixwest li dinyayê belav bike), ku safî û pakiyê tînine bîra mirov û ev şêwe vegotin, xeletî û kêmasiyan winda dike û portreyeke bihuştî diafirîne û hem jî berhemeke “tés”e ku nivîskêr hew tiştên di serê xwe de, fikrên ko xwestiye biafirîne, nivîsandiye. Piranî berhemên xwedî vê şêweyê, xwediyê vegotineke mîstîk in jî. Bi vî awayî ev berhem a tim antîrasyonalîst in jixwe. Gerdunekê ava dikin ko di Mîrzayê Piçûk de ev e berbiçav e. Serlehengê berhemê zarokek e û hertiştî dizane, xwedî gelek taybetmendiya ye û vebêjer jî zarokek bû demekê (çaxê ku wêneyê marê fîl qurtandî xêz dikir, bibîrbînin) lê gelo birastî jî wisa ye ku zarok hertiştî dizanin an hew fikrekî romantîk e ko zarokan wisa biafirîne? Nivîskar tu carî nezewiciye û zarokên wî jî çênebûne. Gelo dibe ku ji hezkirin û nenaskirina zarokan, zarok wek tîpolojiyeke bêqisûr î ideal afirandiye? Bi kurt û kurmancî, gelek tişt dikarin bên gotin li ser Mîrzayê Piçûk, metaforên berhemê û felsefeya wê ku jixwe biqasî min şopandî çend tezên doktorayê li ser hêla olî û psîkolojîk a berhemê hatine nivîsandin. Zaroktî, gul, fanos, darên baobabê, mirovên li ser gêrestêrên din, rovî, marê zer, bîr… tev metaforên ku nivîskêr xwestî bi wan mesajan bide xwendevanan. Lê ez naxwazim zêdetir dirêj bikim û bi hêviya ku lêkolînerên kurd, kûrtir li ser bisekinin. Lê helbet bi hêviya ko rexnegirên kurdan êdî li ser van berhemên gerdûnî jî nîqaşan bikin û asoya me ya fêmkirina metnên wêjeyî firehtir bikin. Çavkanî: * http:/www.baobabfruitco.com/Pdf/2008/KewBulletin_GEWickens.pdf 1. Mîrzayê Piçûk-S.Exupéry-Weşanxana Avesta-Stenbol-2011 2. Rojnameya Die Zeit 29.12.2011-Gotara bi navê “Das Evangelium nach Saint-Exupéry”-Harald Martenstein 3. Estetîk Bakış-Afşar Tîmuçîn- Weşanxana Bulut-Stenbol-2005 (Di berhemên Saint Exupéry de Hesta Berpirsiyariyê r. 191) 4. Kovara Roman Kahramanları Hejmar 4 (Diyariya ko ji Ezmana Hatî: Mîrzayê Piçûk-Hulya Soyşekercî) Dawid Yeşilmen, Kovara Çirûsk, Hejmar: 16, 2012


mîrzayê piçûk - Tirşik

mîrzayê piçûk


1. Romaneke meşûr a nivîskarê frensî antoine de saint-exupéry ye. Ji hêla romannivîs û wergêr fawaz husên ve li kurdî hatiye wergerandin.
Roman çendî bo zarokan hatibe nivîsandin jî ew dikarê pispor û zanyarên rîsipî jî perwerde bike. Roman ji serî heya dawî tije sîmge ne. Niviskar li ser îroniyên insanan pir disekine û şabûna li vê dinê ji tiştê basît û bûyerên normal derdixe pêşberî me. Ji romanê çend rêzên hilbijartî;

...
wî/wê tucarî gulek bêhn nekiriye
Wî/wê tucarî li stêrekê nenihêriye
wî/wê tucarî ji kesekî/ê hez nekiriye
wî/wê tucarî ji bilî berhevkirina hejmaran tiştekî din nekiriye
Rojê gişî, ew jî hema wek te dubare dike û dibêje:
Ez mirovekî cidî me!
Ez mirovekî cidî me!
Ew bi vê yekê serê xwe pir bilind dike. Lê belê ew ne însan e, ew kivark (bnr: karok ) e.
...
Rovî vegerand:
- tu hîna ji bo min zarokekî piçûk wek sed hezar zarokên din î. Ez ne hewceyê te me û tu jî, tu ne hewceyê min î. Ez ji bo te roviyek wek sed hezar roviyên din im. Lê eger tu min kedî bikî, her yek ji me wê bibe hewceyê yê din. Wê di cîhanê gişî de kesekî wek te tunebe û tê bibî yekane. Ji bo te jî kesekî wek min di cîhanê gişî de wê tunebe û ez ê jî bibim yekane.
Mîrzayê piçûk got:
- ez nû têdigihîjim. Gulek heye... Ez bawer dikim ku wê ez kedî kirime.
...

Kesên ku vê pirtûkê hêjî nexwendibin bila nebêjen me roman xwendiye.



2. pirtûka min li zanîngehê ne şaş bim emrê min 19 an 20 bû li ser daxwaza hevalekî min xwendiye.. pirtûka zarokan e lê miheme û şêxmûs û evdirehman û eyşê û sêvê û xoxê filan jî dikarin bixwînin helbet.. bi çavên zarokekî bûyer û diyardeyên li ser rûyê erdê û şêl û tevgerên mirovan vedibêje pirtûk.. di pirtûkê de beş û pasaja ku dema mîrzayê biçûk qala kedîkirinê ji roviyê ku dixwaze bi mîrzayê biçûk re bibe heval dike gelek xweş û dramatîk û watedar e.. pirtûk ji aliyê pîlotekî ku navê wî di peyama li jor de hatiye nivisandin -mîrata nav hingî dirêj û komplîke ye bi xwe re nabînim li vir jî binivîsim- hatiye nivîsandin.. lehengê çîrokê mîrzayê biçûk li gerestêrkekî dijî û nizanim çawa lê bi awayekî xwe li dinyayê dibîne.. pîlotê me jî li nava çol û çolistaneka erebîstanê teyara wî xirab dibe û ji mecbûrî li ser pîsta çolê teyara xwe datîne û ji bo teyareya xwe temîr û tedîl bike zend û bendan vedimale.. axirê pîlot dema teyara xwe temîr dike ev prensê biçûcik û tê û ji pîlot re dibêje ka ji min re li ser kaxezekî suretê berxekî çêke -baş nayê bîra min belkî mîh an bizin be jî- paşê çîrok li dora vê hevaltiyê û hevdunasînê diçe û tê û tê û diçe heta ku çîrokbêj rehme'l dêûbavê hazir û guhdaran tîne..



3. Pirtûka ku ji 50 î zimanê dinyayê bêhtir hatiye wergerandin û tîraja wê 60 mîlyonî bihûrtîye. Di serî (bnr: cemal sÜreya), (bnr: tomrîs uyar), (bnr: Azra erhat) û gelek kesê din wergerandine tirkî. ji alîyê nivîskarê frankofon (bnr: fawaz husên) ve hatiye kurdî kirin. Min bi xwe, him bi tirkî, wergera kê/î bû nayê bîra min, û him jî bi kurdîya fawaz husên min xwendiye. Xewne pirtûkeke herî xweş e. Tevlî xêzewêneyên xwe, her çiqas bo zarokan perwerde bike hatibe nivîsîn ew dikare mezinan jî perwerde bike. Ew dikare bibe demeke xweş bo mezinan jî, ew dikare bibe bêhnvedaneke hênik bo her xwenevanî. li gorî min, esseh gere were xwendin.



4. tê de gotinek wek "rastî bes bi dilan diyar e" heye, ku nizanim fawaz husên çawa wergerandiye ev gotin, lê nashiyên ku bi pêshqebûla hezjêkirina vê çîrokê dest davêjine kitêbê gelek di bin tesîrê de dimînin.. helbûkî gotineke gelek sade ye..



5. mîrzayê piçûkê ku bu nesib ku min bi kurdî xwend. hama êdî hew çêdibe... xweşî , delalî, kûrahî, te çi bivÊ D VÊ BERHEMA PİİûÇK DE HEYE



6. ewê gelek kes li roviyek bigerin da ku ji xwe re kedî bikin



7. http://www.petit-prince.at/pp-kurd.htm





10. pirtûka mîrzayê piçûk di nav berhemên antoine de saint-exupéry de bi rastî cihekî taybet digre. ew bi babet û naveroka xwe ji hemû pirtûkên din cihê ye. ji navên pirtûkên din mirov dikare bizanibe ew li dora çi mijaran digerin. eger ceng û serêşên jiyanê ciyekî mezin di nav wan de dibînin, pirtûka mîrzayê piçûk cîhaneke bi serê xwe ye, berhemeke yekta ye.ew di nav serdemên harbûyînê de xewneke xweş e, di nav sedsalên dijminariyê de bîstikek dilovanî ye. di jiyana xwe ya kurt de, antoine de saint-exupéry di nav herdu cengên cîhanî de derbas dibe. ew tenê di zarokatiya xwe de demên kêfxweşî û pakiyê dibîne. gava ew "mezin" dibe, ew bêgav dibe bikeve nav cengê û bi "mirovên mezin" re pêwendiyan çêbike, bijî. di vê jiyana dorgird de, xewn rêya xeiasê di rûyê wî de vedike, xewna xweş hergav bang wî dike. wilo jî gava bayê hoviriyê gûr dibe û xwînxwar li bajarên ewropayê li laşan digerin, antoine di serê xwe de dûrî navendên bajarvaniyê, dûrî cengê dikeve. ew li balafira xewnan siwar dibe, diçe biyabanê, diçe sehraya efrîqayê û li wê tenhatiyê, wek piraniya pêxemberan, tiştên ku bi çavan nayên dîtin ew wan bi dilê xwe dibîne. li wê derê ew pêrgî mîrzayekî piçûk tê û herdu, bi hev re, li rastiya tiştan digerin û aveke ne wek hemû avan vedixwin: ew li bîra dilovaniyê digerin û wê di bilindbûna hîsên pak de peyda dikin. antoine de saint-exupéry dûrî frensa şikestî, li emerîkayê, tevnê vê xewnê kok dike. ew bi vê berhemê, ango bi vê xewnê, salên reş li paş xwe dihêle û xwe davêje nav pêlên demên zarokatiyê. dûrî "mirovên mezin" ên tenê ji tiştên vala hez dikin, ew hînî jiyana rastîn dibe, xwe di kirasê mîrzayê piçûk de nas dike. balafirvan û nivîskar bi saya vê xewnê, bi alîkariya vê diltenikiyê, dikarin herdu xwe bigihînin warê hêviyê. xewnên rojane dikarin deriyê jiyaneke sade li ber wî vekin. antoine de saint-exupéry di baweriya min de dixwaze bêje ku her kes dikare li balafira xwe ya xewnan siwar bibe û pêrgî mîrzayekî piçûk bibe, her kes dikare vgere dilpakiya zarokatiyê û hîsên xêrxwaziyê. eger ez ne şaş bim jî, peyama antoine de saint-exupéry di vê pirtûka piçûk de ê tiştek wilo be. xwendevan dikarin bi gelek şêweyan vê pirtûka hanê bixwînin. lê belê eger zarok dikarin bi gelek hêsanî têbigihêjin, ew ê ji bo "mezinan" gelekî zehmet be. kûranî bi çavên mezinan hatiye û ta ku ew bikaribin vê pirtûkê bixwînin, gerek pêşî ew li dilpakiya zaroktiya xwe bigerin. ew dikarin wek mîrzayê piçûk û nivîskar xwe hîn bikin çawa tiştên ku bi çavan nayên dîtin bi dilê xwe bibînin. wilo jî ev pirtûka xweş di serdemên tîbûnê de wê bibe tasek ava hênik, di birçîbûnê de gepek nanê germ û di rojên tengezariyê de awazek xweş û dilnijîn. ev berhem dixwaze me fêr bike çawa em bi dilpakî û dilovanî bi kesên li dora xwe bidin û bistînin. wek ku rovî ji mîrzayê biçûk re dibêje, tiştekî bêkêmasî tune. lê belê eger mirov hîn bibin bi dilpakî li tiştan binêrin kêmasî bêguman beyî ku rabin wê gelekî kêm bibin.



11. pirtûka ku wergera wê bûye kêran û ketiye qûna kemalîstan. Ji ber ku tê de ji bo misto kemal peyva dîktator hatiye bikaranîn medeniyeta qûnneşûştî ya ji vê derê heya ötüken ormanı pêşdeçûyî ya gelê pîrozê îronîk ê tirk û tirkoleran rabûne ser piyan û pê de çûne " weylawayê çawa serokê me yê pîroz î bimbarek kirine dîktator." ji ber vê hindê wergêrên tirk ên vê pirtûkê bipiranî peyva dîktator weke "rêber", "lîder" wergerandine tirkî ku bi vê yekê serê xwe kirinê binê xweliya xwelîseryê û qûna wan a bêpîne ji derve maye. tew ser de jî reveberiya wan a pîroz jî rabûyê vê pirtûkê ji "sed pirtûkên binhegîn ên ku divê bên xwendin", derxistiye.



12. mîrzayê mezin jî heye: mîrza baran



13. Pirtûka ku bi xêra nivîsên jorîn ve bi berfirehî hatîye analîz kirin. Pirtûka Mîrzayê biçûk hevaleka min nêzî 3 heftê berê dîyarî min kirîye. Min tirkîya wî xwend lê min hêj min dest bi kurdîya wî nekirîye. Yê nexwendî hebît bila teqez vê pirtûkê bixwînît û bila di pirtùkxana/ê xwe de lê zêde biket...



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 53.5
pûanê bide pirtûkê: