63
2014.12.10 21:11
Ali Bayram, di “Xewna Kolayî” de bi helbestê welatekî neqiş dike. Ew welatê di kevala Kurmancîyê de hatiye nîgarkirin, hemû taybetîyên vê xakê jî -êş, azar, kuştin, berxwedan, serhildan, işq, tenêtî…- di xwe de dihewîne. Di vî wêneyê di nav mijê de, helbestvan li şopa “dengên winda” digere. Şevên sar û tarî bi “Qendîla Dil”ê xwe ronî dike. Wekî şêrgeleyekî vî welatî, her di nav hewldanê de ye û “Ji Peyayan Hez Nakim”, “Çarwext Sirûdan Dixwînim” dibêje. Alî Bayram hewl dide ku vî welatê ku êş tê de serdest e, bike warê helbestê û “Bircên Helbestê” lê ava bike. Helbestkar sirûdên sewdaserî, welathezî û bavînîyê dirijîne deryaya peyva rewan û herikbar.