Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

ev nameya min e ji cîhanê re

 EMILY DICKINSON

 kawa nemir

 lîs


 2011


 kurmancî

 îngîlîzî

 134

 helbest

 2014.12.10 21:25

 simurg56

 Weşanxaneya Lîsê, a ku navenda wê li Amedê ye, bi hûrbînî û dûrebînî bi xebatên xwe yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî yên xwedî ast î curecur berdewam e. Weşanxaneya Lîs a ku çi werger çi jî telîf wekî roman, helbest, çîrok, lêkolîn û kurdzanî, li jêr rêzên pirtûkan ên ciyawaz, heta niha ji 150’yî zêdetir pirtûkên bi Kurdî çap û belav kirine, bi heman perspektîfa weşangeriyê, ji welêt ber bi cîhanê deriyên wêjeyî vedike, ji cîhanê jî gelek berhemên nemir diyarî xwendevanên zimanê Kurdî dike. Bi vê mebestê, Weşanxaneya Lîsê li rêzên xwe yên pirtûkan ên berdewam Rêza Helbesta Cîhanê jî zêde kir û wekî pirtûkeke rêza navborî, piştî ku par bi wergera Kawa Nemir, Hemû Soneyên William Shakespeare diyarî zimanê Kurdî kir, vê carê jî 109 helbestên helbestkara Emerîkayî, a sedsala 19., Emily Dickinsonê, li jêr navê Ev nameya min e ji Cîhanê re, dîsa bi wergera Kawa Nemir diyarî helbesthez û xwendevanên Kurdî yên dilsoz kir. Helbestkara Emerîkan Emily Dickinsonê, bi navê xwe yê din, “rehbika Amherstê”, di saxiya xwe de, navê xwe – ji bilî heft helbestên xwe yên ku ji nava 1800 helbestên wê de hatine çapkirin – li ser kaxiz, rojname û kovaran çap kirî nedît. Wê xwe gorî “nivîsberî”ya xwe ya veşartî kir û îro li qelemê tê dayîn ku wê baş kiriye wisa jiyaye û ev cîhan ji durr û mirwariyên helbesta xwe ya berz û bo demeke dirêj berze bê par nehiştiye. Dickinsonê di helbestên xwe de li dora du hêmayên sereke pêgermok gerand, ku yek jê “Evîn” bû, yek jê jî “Mirin”. Li dû jiyana xwe ya helbestî wê ew qasî xwe veşart ku malbata wê jî nizanibû ew ji sibehê heta êvarê di odeya xwe de çi dike. Ji sala 1858’an û pê ve, Dickinsonê pirraniya helbestên xwe di pakêtên ‘fasîkulan’ de berhev kirin, yên ku wê bi xwe bi ta û derziyê ve ciz û bend dikirin. Bijarteyeke van helbestan di 1890’î de derkete holê. Dickinsona ku li jêr kartêka John Keats, John Ruskin, Robert Browning û Sir Thomas Browne maye, bo wê her wiha girîngtirîn nivîskar; Shakespeare, Elizabeth Barrett Browning, Charlotte û Emily Brontë, George Eliot û George Sand bûn. Di 1861–62’yî de, Dickinson tûşî qeyrana tûreyê bû, di 15’ê Gulana 1886’an de, li Amherstê, di pêncî û pênc saliya xwe de koça xwe bar kir. Piştî mirina Dickinsonê, xwîşka wê Laviniayê di berkêşkeke li odeya wê de, hezar û heşt sed (1800) helbestên wê peyda kirin, ku heta wê hingê ne Lavinia, ne bavê wê, ne jî kesekî din bi vê mezintirîn helbestkara jin a helbesta Emerîkan hisiyabû. Îro hemû raya giştî ya helbesta cîhanê hembîr e ku Dickinsonê, piştî Sapphoya Yewnan, helbestên herî bedew nivîsandine, wê li gel Walt Whitman, Ralph Waldo Emerson û Edgar Allan Poe, tixûbên helbesta Emerîkan diyar kirine. Bi boneya derçûna Ev nameya min e ji Cîhanê re, 109 helbestên Emily Dickinsonê, Lîs bo raya giştî dide zanîn ku bi mebesta geşkirina helbesta Kurdî ya ku di qonaxeke xwe ya nû ya xwenûjenkirinê de ye, dê ev Rêza Helbesta Cîhanê bi navên gerdûnî yên wekî John Donne, William Blake, Samuel Taylor Coleridge, John Keats, Sylvia Plath, Anne Sexton, Langston Hughes, Carl Sandburg, Stephen Crane, Erich Fried û ji rojhilat û rojava bi gelek navên din berdewam be!


ev nameya min e ji cîhanê re - Tirşik

ev nameya min e ji cîhanê re


1. salê çûyin ketibûye li nav sêlika min a danûstandinê ya pirtûkan, qey min texmîn kiriye ku ev jî mîna pirtûkên din ên min kirî, roman an çîrok e. piştî pakêta min hat, min lê werqilî ku helbest e, heke em cemal sureya û çend ên din nehesibînin, li ba min helbest zombî ye û ji aliyê hin kesan ve ji mezelê tê derxist in. her wiha min bi saya vê pirtûkê jî gihişt vê encamê: helbestên wergerandî, ne tu zombî ye jî, bi serê xwe frankenstein* in! lê nakokî rastiya jiyan e. min sêyineke vê helbestvana xanim, emily dickinson, ê li berga paşîn e, eciband(iye">* û min di eskeriyê ferq kir ku min jiber kiriye. her wiha, di eskeriyê de, qereqola me li qûntara çiyayekî bû û maşelanên hênik me dialêst, li bin dîmena kadizê ya bi biriqandina xwe ya tavî ez heyirî dihiştim. min jî piştî azana sibê vê sêyînê dixwend wekî diayeke kêmî, bêyî zanîna wateya bêjeya dawî ya helbestê. bi xatirê mêşhingivê û bi yê minminîkê û bi yê maşelanê - amîn! spas lîs! edît. -mikur têm, risteyekî jî ji helbestên din baş nayê bîra min mixabin û gelo min kengî xwendiye (lê min nîşeyekî nnivîsandiye ku erê min wê xwendiye) tu bandora wê li ser min nemaye.









Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 75
pûanê bide pirtûkê: