Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

99 morîkên belavbûyî

 Helîm yusiv

 

 Peywend


 2015


 Kurdî

 

 150

 Roman

 2017.06.15 00:43

 nestêle

 Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera du însanan de. Lê azad ne wergêrê insanên halxweş e. Wekî wî bi sedan însan koçber bûne û li perekî elmanyayê rastî nexweşiyên derûnî hatine. Veguheztina derd û kulên mezin ên van însanan ji bo derûnînas û rêveberên dewletê, her car hinekî din ji azad re dibe xem û barekî giran. Lê bi xêra vî karî em hem dibin şahîdê êşên koçberiyê, serpêhatiyên lehengên balkêş, trawmayên welatekî parçebûyî û hem jî ji nêz ve em çîroka razên evîneke kevn nas dikin. Bi sehne û rewşên realîst re 99 morîkên belavbûyî hem romaneke panaromîk e û hem jî bi teferûatên hûr çîroka karakterekî hûmanîst e. Çîroksaziya wê jî bi têra xwe bi hostayî hatiye hûnandin.


99 morîkên belavbûyî - Tirşik

99 morîkên belavbûyî


1. Navê romana nû ya helîm yûsiv e. Ku vê gavê di çapê de ye



2. Kîngê Ez biçûk bûm min kiribû. Ne bi qestî bi saşî bû.
Min lêdana bi qestî xwaribû noşîcan be



3. romana helîm yûsiv e, helîm yûsiv, bi vê romanê cara duduyan e ku kevir li gûzeka xwe dixe. (pishtî auslander beg) zimanê helîm yûsiv wek 99 morîkên belavbûyî ye û tehmsarkî ye di vê romanê de, helîm yûsiv gerek li ser zimanê xwe bifikire ne li ser pesnan. heyf!



4. Helîm yûsivê de averşîyayîş çîn o apeyşîyayîş esto.



5. pirtûkeke Helîm Yûsiv e. '' Morîka ji derveyî tizbîye Roja şazdehê Adarê, ber êvarê, li herêma Nedersaksen a Elmanyayê, kurdekî porspî ku li kolanê dimeşîya, ji paş ve bi destê xortekî bîst û çar salî yê bêjna wî sed û not û pênc sentîmetre bû, hate kuştin. Min ew mirovê kuştî ji dûr ve nas dikir. Wê demê tenê du sal di ser hatina min a Elmanyayê ra derbas bibûn. Ramana avakirina romanekê ji wê rojê ve ye di serê min de dimeye. Ji sala du hezar û yezdehan ve, ji bo debara xwe, min dest bi karê wergerê kir. Di nav xericira jiyana rojane da ew bûyer li cem min bû wekî xewnekê yan jî wekî birîneke kevn û ne ji vê lihevrasthatinê bûya, dibe ku ew birîn bihata jibîrkririn. Tesaduf ew bû ku ez bixwe li nexweşxaneyeke nexweşîyên derûnî bûme wergêrê jineke Kurd. Piştî hevnaskirineke demdirêj wê deftereke bergşîn û kevnik ku bi xeteke xweşik hatibû nivîsandin da destê min. Bi xwendina wê defterê ra qaşilê wê birîna min a kevn ji ser rabû û dîsa êşeke nedîtî di hundirê min da dest pê kir. ev defter rojnivîskên wî mêrê porspî bûn ku wekî min werger dikir û Tê da êşa xwe û ya hemû kesên mîn min vegotibû. Gava min deftera wî xwend, min nizanîbû ka ev behsa xwe dike yan jî behsa min. Ji ber hin sedemên ku tên zanîn, min navên rastî yên di defterê da hemû guherandin û bi zêdekirina çend morîkên din li tizbiya wî, min ew jînûve ristin. Wisa jî min notên wê deftera tevlihev, mîna morîkên wê tizbiyê reş a 99 libî ya di destê wî de, yek bi yek li pey hev jinûve rêz kirin. Têbîniya Nivîskar''



7. pirtûka helîm yûsiv, a ku ji bo pirtûka yekem bû ku min piştî 2-3 salan xwendiye. pirtûk xwe dide xwendin. min gelekî jê hez kir. dema mirov pirtûk diqedîne, dibêje qey fîlmek nûjen temaşe kiriye. nexasim hinek bûyer ên di pirtûk de, xwesteka xwendin û berdawemkirinê zêde dike. ev peyva nexasim jî di pirtûkê de ew qas hatibû emilandin, min jî xwest di şîroveya xwe de teqez cî bidimê *

lawo bûyerên tên serê azado, dilê mirov gelekî dişkîne. bi taybetî îxaneta ku berîvan jê re dike. piştî ku 30 sal ser re derbas dibe û careke din berîvana xwe dibîne û dimire. di pirtûkê de behsa êş û qedera kurdan tê kirin. hemû jî rast in. dema ev qedera kambax a azad jî dikeve nav de mirov dibêje qey rastî ye û dixwaze tiştên baş were serî





Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 87.2
pûanê bide pirtûkê: