Tirşik-Pirtûk

mamikên botanê

 rênas xendekî dildar botî

 

 weşanên wardozê


 2017


 kurdî

 

 119

 folklor mamik berhevkarî

 2017.08.05 19:36

 xendekî

 weşanên wardozê îsal bi deh pirtûkên folklorê tevlî weşangerîya kurdî bû. ji van pirtûkên folklorî yek jê mamikên botanê ye. ji alîyê rênas xendekî û dildar botî ve hatîye amadekirin. xebata xwe li botanê (bêhtir li cizîra botan û gundên derdora wê û hezexê) kirine.


mamikên botanê - Tirşik

mamikên botanê


1. weşanên wardozê îsal bi deh pirtûkên folklorê tevlî weşangerîya kurdî bû. ji van pirtûkên folklorî yek jê mamikên botanê ye. ji alîyê rênas xendekî û dildar botî ve hatîye amadekirin. berhevkarîya vê pirtûkê li botanê (bêhtir li cizîra botan û gundên derdora wê û hezexê) hatîye kirin. mamik piştî keda 4 sala hatine berhevkirin, piştî 2 salan li cihê xwe hat meyandin jî îsal çap bûn. mamik çawa hatibin gotin, wilê hatine nivîsîn. me li gor rêgezên gramerê destê xwe lê nedaye. ji ber ku folklor e û xebateka qadê ye divê mirov dengên wê deverê wî cihî winda neke, heta qeyd bike, dêqene winda nebe. ji ber van tiştan nivîskar ji xwe û ji xebata xwe bawer in * hêvî dikin dîsa ji nû ve bikeve nav civata, kesên rahiştin pirtûkê jê feydeyekî bigirin. hêvî dikin ji xebatên akademîk re bibe çavkanîyek. *edît: ji rexneyan re vekirîye. nexasim li hevîya rexneyên tirşikvanan e.



2. pirtûka mamikan e, ku kesên bixwazin dikarin ji pirtûkakurdî ji vê lînkê sparîş bikin: Here lînkê



3. xebatek gelek qîmet e. dema vegeriyam malê ez ê teqez sîparîş bidim. di vê navberê de nivîskarê pirtûkê weke hûn jî texmîn dikin, xendekîyê me ye.



4. Sed carî ser xêrê be. Pêşiyê min got qet mijar e. Min hewl da mînakek ji mamikên botan bidim lêbelê camêran pirtûka wê nivîsandine. Sihhetxweş malava. Na na! qet zikreşiyê nakim.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 100
pûanê bide pirtûkê: